Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin 2022-03-27 13:28:33   MERSÎN - Di saetên şevê de kes ango kesên "nasnameya wan nediyar" êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Erdemliyê hat kirin. Di êrişî de gule li tabelaya HDP'ê ketin.    Di saetên şevê de kes ango kesên "nasnameya wan nediyar" êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Erdemliyê ya Mersînê hat kirin. Êriş bi çiftê pêk hat û gule li tabeyala HDP'ê ketine. Di saetên serê sibehê de piştî ku rêveberên HDP'ê rewşê ji wan re ragihandin cendirme û gelek HDP'i hatin ber avahiya.      Sekna HDP'iyan a li ber avahiyê û lêkolîna cendirmeyan didome. Di saetên pêş de tê payîn ku ji aliyê HDP'ê ve daxuyanî bê dayîn.