Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan 2022-03-27 15:36:24   RIHA - Kongreya awarte ya Şaxa OHD'ê ya Rihayê pêk hat. Di kongreyê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş.       Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê, kongreya xwe ya awarte li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê pêk anî. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankartên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" ,"Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin daleqandin. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, endamên Platforma Şaxan a KESK'ê, Dayikên Aştiyê, endamên TMOOB, TTB û rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyên Rihayê tevlî kongreyê bûn.    TECRÎD NEHAT JIBÎRKIRIN   Di kongreyê de li ser navê komîsyona kongreyê Parêzer Sedat Gozkiran axivî û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê yek ji mekanîzmaya ku herî zêde pêwistî pê heye hiqûq e. 20 metre dûrî malbata Şenyaşar li edaletê digere. Lê mixabin encam nagirein. Li pişt me wêneyê Tahîr Elçî heye. 5 sal derbas bûn gavek nayê avêtin. Hevala me Aysel Tûglûk nexweş û Selahattîn Demîrtaş nayê berdan. Di vê esasê de têkoşîna me li ser hevparbûnê ye. Pirsgirêkên li girtîgehan ne tenê girtiyên nexweş in. Neberdana wan ne tenê prisgirêkeke. Li girtîgehan tecrîd heye. Di hêla siyasî de jî tecrîdek heye. Tecrîda herî mezin li Girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Li Tirkiyeyê hiqûq bûye pirsgirêke micid. Ji bo derbaskirina vê divê em bi awayejkî baş bixebitin û bi sazî û dezgehên din re xebatên xwe hevpar bikin."   Piştî Gozkiran, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê Mahmût Bînîcî, Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan û Dayika Aştiyê Fatma Akbaş jî axivîn. Bînîcî û Çalişkan bal kişandin ser têkoşîna hevpar û Dayika Aştiyê Akbaş jî bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaz kir ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.    RÊVEBERÎ HAT DIYARKIRIN   Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û ji bo rêveberiya OHD'ê ev kes hatin hilbijartin: "Serdar Tum, Meral Halat, Ûgûr Kahraman, Ahmet Atiş, Sedat Altindag, Îbrahîm Halîl Oyke, Fîkret Tekînalp."   Wê piştre hevserok ji nav rêveberiyê bên diyarkirin.