Ji DEVA'yê îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn 2022-03-27 16:43:51   ÎZMÎR - Li navçeya Torbaliyê, ji Baskê Ciwanan a DEVA'yê komeke ku ji 15 kesan pêk dihat ji partiya xwe îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn.    Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê, ji Baskê Ciwanan a Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) komeke ku ji 15 kesan pêk dihat ji partiya xwe îstifa kiribûn, bi merasîmekeê derbasî HDP'ê bûn. Di merasîmê de Hevserokê HDP'a Torbaliyê Husnu Bîtîrmîş serlêdana endamtiyê ya komê qebûl kir. Endamên komê, destnîşan kirin ku ji ber nejidilbûna wê ya derbarê Pirsgirêka Kurd de ji partiya xwe îstifa kirine û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd HDP'ê weke navnîşan nîşan dan û gotin ku wê têkoşînê mezin bikin.    Di merasîmê de Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP'ê Tevfîk Kaçar axivî û got ku wê endamên komê dê xwe di HDP'ê de bibînin.