Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be 2022-03-27 21:04:22   STENBOL - Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel, di kongreya navçeyê ya partiya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li ser Ocalan, tecrîdeke li ber çareserkirina meseleya kurdî ye. Heya tecrîd ranebe çareserî n pêkan e."    4'emîn kongreyên navçeyên Stenbolê Kuçukçeşme, Esenyûrt, Bahçelîevler, Gazîosmanpaşa, Zeytînbûrnû û Gazîosmanpaşayê yên HDP'ê bi dirûşmeya "Dem dema HDP'ê ye" hatin lidarxistin.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayîp Temeel, parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Asiye Kolçak, Herêma Marmarayê yên DBP'ê Celal Alpha, nûnerên TÎP'ê yên Esentepeyê, endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên ANYAKAYDER'ê, nûnerên MATÛHAYDER'ê û bi sedan ks tevli kongreyan bûn.    Li hêwanên kongreyê pankartên li ser "Azadî ji bo girtiyên siyasî", "Dem dema HDP'ê ye", "Dem dema serkeftinê ye", "Dem dema wekheviyê ye", "Em ê bi hev re biguhrînin", "Dem dema jinê ye" û "Dem dema azadiyê ye" nivîsandî hatin daliqandin û dîwar bi alayên HDP'ê hatin xemilandin.    Kesên tevli kongreyan bûn, li br muzîkê govend gerandin. Paşê kongre bi rêzgirtinê û "Çerxa Şoreşê" hat destpêkirin. Li hêwanan dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî serok Apo hatin berzkirin.   Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel, destnîşan kir ku heya gel hebe dê HDP jî tim hbe. Temel got: "Hinan digot gelê kurd êdî hew dide sr rêya rêberê xwe. Gelê kurd li ser rêya heqîqetê, têkoşîna azadiyê û rêberê xwe Abdullah Ocalan e. Ocalan, di vê rêça azadî û demokrasiyê dee axa mirî ya li sr geelê kurd nîşan daye. Newroz, peyama vê ye."   ‘DAWÎ SERKETINEK E’   Temel, destnîşan kir ku di 30 salên dawî de bi hezaran kes hatine girtin û got: "Newroza îsal dîsa bi beşdarbûna bi milyonan û bi daxwaza ji bo edalet û demokrasiyê derbas bû. Ev rêwîtiya ji sala 1984'an dest pê kir, îro ro gihaşt Qada Azadiyê ya Amedê, Yenîkapiya Stenbolê. Teqez dawiya vê rêwîtiyê serketin e, divê em wisa bizanibin."    OCALAN ÇARESERÎ YE   Temal, bal kişand ser êrişên li ser HDP û dostên wê û destnîşan kir ku dê ev berxwedan AKP û MHP'ê têk bişikînee û got: "Hewce nakee mriv bitirs. Li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê çêbû. Kurd û nûnerên wan samîmî bûn. Kesên rastiya Ocalan û tevgera kurd fêm nekirin, muzakereyê bilêv jî nakin. Halbûkî tekane rêya ku welat bi ser bixee muzakere ye. A din jî tenê şer û mirin ee. Em li vir careke din dibêjin; Tecrîda li ser Ocalan, tecrîdeke li ber çareserkirina meseleya kurdî ye. Heya tecrîd ranebe çareserî n pêkan e. Teqez divê tecrîd bê rakirin. Teqez divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin."    PDK'Ê HIŞYAR KIR   Temel, di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo pevçûneke ku feraseta AKP û MHP'ê ew koordîne dike, siyaseteke tê hilberandin. Em li vir bang li rêvebiriya Başûrê Kurdistanê, Barzanî û rêvebiriya PDK'ê dikin; Hûn nikarin bi feraseteke faşîst a li Tirkiyeyê re ku li fîzanê jî destkeftiyeke kurdan tahamûl nake, Hewlêrê, Qamişloyê û Amedê biparêzin. Hûn nikarin xweedî li wan derkevin. Ya li ber vê siyaseta dijminatiyê bisekine, yekîtiya neteweyî ye. Lewma divê kurd bibin yek. Hemû siyasetmedar divê berpirsiyariya xwe bînin cî."    Piştî axaftinan raporên malî û xebatê hatin xwendin. Ercan Saglam û Eylem Çelîk bûn hevsrokê HDP'a Esenyûrtê.