‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin” 2022-03-28 12:33:08   ÊLIH - Gurçikên yek ji girtiyên nexweş Firat Nebîoglu ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dimîne êdî li ber têkçûnê ne. Hem Nebîoglu û hem jî malbata wî li benda rapora ATK’ê ne. Ji Malbata Nebîoglu cenazeyên di demên dawî de ji girtîgehan derketin bi bîr xist û gotin ku ew naxwazin darbestên  xizmên wan ji girtîgehan derkevin.    Bi hinceta ku beşdarî çalakiyên civakî yên bajêr bûye, derheqê Firat Nebîoglu (24) de doz hatibû vekirin û di cotmeha sala 2015’an de 11 sal û 7 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn. Di dema girtinê de Nebîoglu li girtîgehên Êlih, Gumuşhane û Xarpêtê de ma. Herî dawî jî Nebîoglu li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hat veguhestin. Nebîoglu, ev nêzî salek û nîv e li vê derê tê ragirtin. Gurçikên Nebîoglu êdî li ber îflasbûnê ne û Nebîoglu ne baş dibîne û ne jî baş dibihîze. Ji ber van pirsgirêkên tenduristiyê, sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû kirin lê ATK’ê di 16’ê mijdara sala 2021’an de ji bo Nebîoglu got; “Dikare di girtîgehê de bimîne.”    LI BENDA RAPORA NÛ YA ATK’Ê NE    Rewşa Nebîoglu piştî rapora ATK’ê hîn girantir bû. Bi giranbûna rewşa tenduristiyê re Nebîoglu di 7’ê adara îsal de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Bijîşkan diyar kir ku hindik ma ye ku Nebîoglu ji her du gurçikên xwe bibe û rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” amade kirin. Bi şandina raporê re jî girtîgehê di 14’ê adarê de Nebîoglu şandin ATK’a Stenbolê. Bi xelasbûna kar û barên li ATK’ê, Nebîoglu dîsa şandin heman girtîgehê.    ‘DIVÊ LI DERVE WERE DERMANKIRIN’   Hem Nebîoglu û hem jî malbata wî niha li benda rapora ATK’ê ne. Ji pismamên Nebîoglu, Emîn Şahîn derheqê rewşa wî de axivî. Şahîn, diyar kir ku ji ber xemsariyên heyî rewşa pismamê wî girantir bûye û wiha got: “Heke gurçikên wî îflas bikin dê ji neçarî girêdayî diyalîzê be. Jixwe nexweşên diyalîzê gelek najîn. Ji bo ku pismamê min li derve bê dermankirin, me serî li gelek cihan da. Lê tu bersiveke erênî nehat dayîn. Beriya ku bikeve zindanê baş nedidît û baş nedibihîst. Lê bi ketina girtîgehê re ev her du pirsgirêk jî girantir bûn. 6 meh berê bi covîd-19’ê ket. Gelek giran derbas kir. Ji mirinê filitî. Xwedê negire heke careke din pê bikeve, dibe ku nekare rake. Qelsbûna gurçikan, nexweşiyeke giran e. Divê li derve bê dermankirin. Me ji bo vê gelek caran serlêdan kirin lê êdî gurçikên wî li ber têkçûnê ne. Heke li derve be, qet nebe ji bo neqla gurçikan dê bizaveke me hebe. Lê di şertên heyî de dev ji tedawiyê berde, dibe ku darbesta wî ji girtîgehê derkeve.”    ‘BILA CENAZEYÊ WÎ JI GIRTÎGEHÊ DERNEKEVE’    Şahîn, cenazeyên di demên dawî de ji girtîgehan derdikevin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Pismamê min 24 salî ye. Di nava hefteyekê de 4 cenaze ji girtîgehan derketin. Ji van du jê nûciwan bûn. Em naxwazin cenazeyê pismamê min jî derkeve. Bila êdî dawiyekî li vê zilmê bînin. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin.”