Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin 2022-03-28 15:30:32   RIHA - Rapora pêşotopsiyê ya Muharrem Aksem ku li cihê telîma guleberdanê ya polîsên tîmên taybet hatibû kuştin, derket. Di raporê de hat destnîşankirin ku 12 parçeyên metalê ji laşê Aksem hatine derxistin û destê wî yê rastê jî pê ve nebû.    Cenazeyê ciwanê bi navê Muharrem Aksem, di 24’ê adarê de li cihê telîma gulebarandinê ya polîsên tîmên taybet a li Taxa Mîcît a navçeya navendî ya Eyyûbiye ya Rihayê hatibû dîtin. Rapora pêşotopsiyê ya Aksem derket û radestî malbat û parêzera wî hat kirin. Malbata Aksem, di roja 24’ê adarê de piştî saet 16.00’an tu agahî ji zarokê xwe negirt. Li ser vê yekê jî li derdorê dest bi lêgerînê kir. Di heman rojê saet derdora 22.00’an de jî dema li çêrgeha ku 400 mîtroyan dûrî qada telîma gulebarandinê ya polîsên tîmên taybet lêgerîn dikirin, cenazeyê Aksem dîtin. Qada telîma gulebarandinê ya polîsan kîlomîtroyekê ji gund dûr e.    Li gorî rapora pêşotopsiyê; destê rastê yê Aksem pê ve nîne, di rû û laşê wî de şopa gelek birînên vekirî hene. Her wiha hat destnîşankirin ku di laşê Aksem de 12 parçeyên metalan ên berê wan ji hev cuda hatine derxistin.    LI BENDA RAPORA ATK’Ê NE   Parêzera malbatê Hatîce Akilli Oz diyar kir ku di rapora pêşotopsiyê de derheqê sedema mirina Aksem de tiştekî zelal nehatiye diyarkirin. Oz, bi domdarî ev agahî parve kirin: “Ji bo ku zelal bibe bê ka sedema teqez a mirina Aksem çi ye, em li benda rapora Daîreya Pispor a Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ne. Di rapora pêşotopsiyê de tê gotin ku li ser rû û laşê Aksem de şopên gelek birînên vekirî hene. Her wiha tê destnîşankirin ku gelek parçeyên metal li laşê Aksem ketine û lewma jiyana xwe ji dest da ye. Her wiha di raporê de tê gotin ku destê rastê yê Aksem jî pê ve nîne. Dema em çûyîn cihê bûyerê, destê wî yê rastê pê ve nebû. 12 parçeyên metal ji laşê wî derxistine. Lê mirov nikare tiştekî zelal bibêje bê ka ev parçeyên metal ên çi ne. Ji bo ku were zanîn bê ka ev parçe yên çi ne, dê lêkolîna balîstîkê bê kirin. Hewceye em li benda rapora ku li Stenbolê tê amadekirin bisekinin.”    QAD LI DIJÎ MEWZÛATÊ YE    Di berdewamê de Oz got ku di rapora pêşotopsiyê de nehatiye diyarkirin bê ka Aksem di kîjan saetê de jiyana xwe ji dest da ye û wiha domand: “Walîtiya Rihayê derheqê mijarê de daxuyanî da û got ku qada behsa xeberê ji sala 2005’an ve weke qada perwerdeyê tê bikaranîn. Lê belê şêniyên taxê dibêjin ku ev 2 sal in li vir telîma guleberdanê tê kirin. Şêniyan got ku di dema telîma guleberdanê de çekên giran tên bikaranîn. Tê gotin ku bombeyan diavêjin. Ev qada ku weke telîmê tê bikaranîn, teqez li gorî mewzûatê nîne. Tu tabelayek an jî tevdîreke ewlekariyê li wê derdorê nîne ku mirov bibêje cihê perwerdeyê ye. Tu agahî jî nedayîne xelkê herêmê ku ew der qada perwerdeyê ye. Tevdîrên ewlekariyê nehatine girtin. Xuyaye ku binpêkirinên mezin hene. Bombe jî hatibe teqandin, gule jî lê ketibin, di dawiya dawî de hewceye em van binpêkirinan paşguh nekin.”    DERHEQÊ NÛÇEYÊN TÊN BELAVKIRIN    Parêzerê Oz da zanîn ku ji bo lêpirsîneke baş were kirin ya ku ji destê wan tê dê bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Di hêla îdarî de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser çapemeniyê çend nûçe hene ku rê li ber şaşfêmkirinê vedikin. Aksem ev 3 roj in winda nîne. Di heman rojê de piştî ku heta saet 16.00’an agahî jê nehatiye girtin, malbata wî ber bi danê êvarê ve dest bi lêgerînê kir û saet di 22.00’an de jî cenazeyê wî dît. Wê rojê sewalên xwe diçêrand lê piştre birayê wî hat şûna wî. Ji birayê xwe re got; ‘Ez ê biçim malê” û ji gel wî çû. Di hinek parvekirinan de tê gotin ku li ser laşê wî şopên guleyan hene û laşê wî parçe parçe bûye. Lê agahiyeke zelal nîne bê ka metalên di laşê wî de gule ne yan na. Tenê destê wî pê ve nîne. Şahidên bûyerê dibêjin ku dema cenaze dîtin rûviyek li cem bû. Niha baş nayê zanîn bê ka sewalekî destê wî jê kiriye yan ji ber teqînê çêbûye.”    MA / Emrullah Acar