Penteker: Divê Ocalan azad be 2022-03-29 09:02:54 RIHA - Aktivîsta Aştiyê Gîsela Penteker ku 25 sal in serdana bajarên kurdan dike got: "Ocalan ji bo guherîn û pêşketina civakê tespîtên girîng dike. Kesekî wiha divê azad be."  Heyeteke ji altivîstên aştiyê ya bi pêşengiya endamên Yekîtiya Navneteweyî ya Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) pêkhatî, ji sala 1998'an ve serdana bajarên herêmê dike. Heyet, îsal jî di 14'ê Adarê Cejna Tibê de hat Amedê û serdana xwe ya 25'an kir û di 21'ê Adarê de jî tevli Newrozê bû.    Heyet ku di warê "meseleya kurdî û çareserkirina wê de" bi gelek rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir, di 23'yê Adarê de serdana Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin kir. Endama IPPNW û aktivîsta aştiyê Dr. Med Gisela Penteker, têkildarî serdanên xwe yên 25 salan, çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li hemberî PKK'ê bi kar tîne û bêdengiya dewletên Ewropayê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî.    SERDANÊN IPPNW'Ê    Penteker, diyar kir ku IPPNW 25 sal in serdana Tirkiyeyê dike û di salên ewil de armanca serdanên wan, ew bû ku bandora siyaseta Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê raçav bikin. Penteker, destnîşan kir ku bandorên çekên ku Ewropa wan çêdike û ji Tirkiyeyê re dişîne vekolandine û got: "Ji mijarên em li ser disekinin yek jê jî penaber in. Hem li Almanyayê hem jî li Tirkiyeyê xebatên me yên ji bo penaberan hene. Em û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) xebatine hevapr dikin. Tirkiye herêma derbasbûnê ya penaberan e. Em li ser rewşa wan disekinin."    MODELA NÛ JI BO ME ÎLHAM E   Penteker, diyar kir ku serdana Herêma Kurdistana Federe jî kirine û got: "Em bandorê pir ji bajarên kurdan ên li Tirkiyeyê û modela civaka nû ya li Rojavayê hatiye avakirind igirin. Em dixwazin tiştên ji bo civaka me hewce ne ji vê modela nû bigirin."      Penteker, bilêv kir ku di caran serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û got, komuna û rêvebiriya li herêmê ji bo hemû civakan hewce ye. Penteker, destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakeke ku wekheviya jinê diparêze heye û ev tiştekî pri girîng e. Penteker got: "Em li Almanyayê li welatekî azad dijîn. Em 4 salan carekê hilbijartinê çêdikin. Em vîna xwe radestî rêvebiran dikin, lê ev têr nake. Ji bo hîn bêtir zîndekirina nirxên demokrasiyê, pêdivî bi tevgereke civaka sivîl heye. Em li Almanyayê li welatekî kapîtalîst dijîn. Ev dibe cihêh in sînoran. Di warê mafên mirovan de pirsgirêk hene. Hin derdor mafên sereke yênd eokratîk binpê dikin. Jinên li Rojavayê û bajarên kurdan ên li Tirkiyeyê, ji bo mafên xwe û modela civakeke wekhev di şert û mercên zehmet de têdikoşin. Gava em vê dibînin, ev ji bo me dibe cihê îlhamê."    JI SALA 2002'YAN VE TEVLI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ DIBE   Penteker ku îsal di 21'ê Adarê de tevli Newroza Amedê bû, got: "Heya sala 2002'yan tenê em di 14'ê Adarê Cejna Tibê de dihatin Tirkiyeyê û bêyî em tevli Newrozê bibin diçûn. Lê 21 sal in her cara em tên em tevli pîrozbahiya Newrozê jî dibin. Tenê ne li Amedê, em li deverên din jî tevi Newrozê bûn. Piştî çend salan cara ewil îsal me di warê ketina qadê de zehmetî kişandin. Qelebalixiyek mezin hebû, lê zext jî pir bûn."    ‘BÊDENGIYA EWROPAYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Penteker, bal kişand ser bandorên çekên kîmyewî yên li ser tenduristiya mirovan û çekên kîmyewî yên ku Tirkiye di operasyona li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de bi kar anîne bibîr xistin. Penteker got: "Tirkiye bêyî ku mafekî wê hebe, sînorê welatekî derbas dike û bombebaran dike. Mirovan bombe dike û dikuje. Ev şerê li hemberî gel e. Ev sosret e. Bêdengiya welatên Ewropayê ya ji bo vê sosretê nayê qebûlkirin. Mixabin dewletên Ewropayê û raya giştî ya cîhanê tiştekî nakin. Dibêjin, 'li wir PKK heye û vî tiştî heq dike.' Tirkiyeyê rexne nakin û mueyîdeyekê pêk naynin. Ji ber vê Tirkiye jî bi hîsa ku dê her tiştî bike tevdigere. A rast divê ev bêdengî tuen bûna. Tirkiye endamê NATO'yê ye. Divê em li hemberî kirinên dewleteke endamê NATO'yê bêdeng nemînin."    ‘FIKARÊN JI BO TENDURISTIYA OCALAN'   Penteker, li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî sekinî. Penteker, destnîşan kir ku bi salan e li Ewropayê bi pêşengiya "ÎNîsyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan-Kurdistanê" kampanyayek tê birêvebirin û IPPNW jî endameke vê kampanyayê ye. Penteker, anî ziman ku ev kampanya divê hîn bêtir bê mezinkirin û xurtkirin û got: "Niha divê kampanyaya me hîn bêtir bê mezinkirin. Ocalan ji bo guherîn û pêşketina civakê tespîtên girîng dike. Kesekî wiha divê azad be. Ji bo tenduristiya wî gelek fikarên me hene."    MA / Emrûllah Acar