Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin 2022-03-29 09:42:50 ŞIRNEX - Li Şirnexê, di serdegirtina malan de cerndirmeyan 2 kes binçav kirin. Li gundê Hêtman û Zivîngê yên navçeya Basa ya Şirnexê, cendermeyan bi ser malan de girt. Di serdegirtina  malan de cendirmeyan Fîkret Şen û jineke 50’î salî ku nav û paşnavê wê nehat hînbûn, binçav kirin. Hat hînbûn ku piştî îfadeyê wan li Basayê bê girtin wê wan sewqî Şirnexê bikin.   Li aliyê din ajokarê TIR’ê Seyfeddîn Kaplan ku ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ye jî dema ku ji Azerbeycanê derbasî Tirkiyeyê bûye jî hatiye binçavkirin. Kaplan ku sedema binçavkirina wî nehat hînbûn birin Midûriyeta Polisan a Erdexanê.