Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî 2022-03-29 13:40:43   RIHA - Dadgeha ku ji sûcê “dijderketina polîsan” delîl nedît, vê carê ji sûcê “dijderketina doktoran” ceza li parêzerên 10 sal in tên darizandin, birî.    Li Rihayê di sala 2012’an de Baroya Rihayê parêzer Hîdayet Enmek, Eyup Sabrî Tinaş û Mehmet Emîn Uyguner ji bo çavdêriya pîrozbahiya Newrozê wezîfedar kiribû. Ev her sê parêzer bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn û hatibûn binçavkirin. Li gel ku parêzer hatibûn îşkencekirin jî ji sûcê “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kirine” û “li dijî wezîfedar derketine” doz derbarê wan de hatibû vekirin. Danişîna 21’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Ji parêzerên tên darizandin Mehmet Emîn Uyguner û parêzer Alî Arslan ê li dosyeyê dinêre û gelek parêzerên endamên OHD’ê û Baroya Rihayê tevli danişînê bûn.    Parêzeran xwest miwekîlên wan bêraetkirin. Parêzer Mehmet Emîn Uyguner jî xwest ew ji dozê bê beraetkirin. Dadgeha ku ji sûcê “dijderketina polîsan” delîl nedît, vê carê ji sûcê “dijderketina doktoran” ceza li parêzerên 10 sal in tên darizandin, birî. Dadgehê li her parêzerekî 8 meh cezayê hepsê birî.   Parêzeran diyar kir ku ew ê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgehya Îstînafê bidin.