EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî 2022-03-29 14:24:49   ÎZMÎR - EGE TÛHAYDER'ê ji bo berdana girtiyên nexweş bang kir û di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî banga azadiyê kir.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (EGE TÛHAYDER) a Egeyê, ji bo berdana girtiyên nexweş li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî bila mirinên li girtîgehan rawestin" hat vekirin û dovîzên "Deng bide zindanan" , "Deng Bide dengê mirovahiyê" , "Ji şewitandina înfazan re bes e" hatin hilgirtin. Dema daxuyaniyê timik dûrişmeya "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hat berzkirin. Endam û rêveberên HDP'a Îzmîrê, Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Meclisa HDK'ê ya Îzmîrê û ANYAKAYDER'ê piştgirî dan daxuyaniyê.    Hevseroka EGE TÛHAYDER'ê Nîlay Gulser, diyar kir ku pirgirêkên li girtîgehan her diçin zêdetir dibin û wiha got: "Girtiyên nexweş rexmî raporên "nikarin li girtîgehê bimîne" jî li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Girtiyên ku dema berdana wan tê înfaza wan tê şewitandin û nayên berdan. Hevkarî li girtiyan tê ferzkirin. Girtî zehmetî dikişînin pêwistiyên xwe yên bingehîn derbas bikin. Girtina pirtûkan bi sînor bûye. Sirgûnên kêfî didomin û bi taybetî jî girtiyan sirgûnî bajarên dûrî malbatên wan dikin."   'EM DENGÊ GIRTIYAN E'     Di berdewamê de Gulser, bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û derbarê mijarê de ev tişt got: "Em herî dawî girtî Şervan Can Guder û Abdullah Boran ku jiyana xwe ji dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Zextên li Girtîgeha Bunyan a Qayseriyê û Aksarayê girtiyên siyasî gelek aciz dikin û girtiyan ji bo bihîstina dengê xwe serî li rêbazên cuda dane. Di serîde birêz Abdullah Ocalan em dengê hemû girtiyên siyasî ne. Tiştên ku dikin li dijî mafê mirovan e û îxaneta li mirovahiyê ye."   'EM Ê JI BO RÊBERTIYA TÊBIKOŞIN'   Piştî Gulseran çalakgera Nobeda Edaletê Hanim Sever axivî û daxwaza berdana girtiyên nexweş kir û ev tişt anî ziman: "Girtiyên nexweş li girtîgehan nayên tedawîkirin. Heta ku edalet bê em ê têbikoşin. Em dayikên atiyê ne, naxwazin tu kes bimire. Em naxwazin dayikên polis û eskeran jî bigirîn. Ji niha şûn ve em ê li qadan bin. Em mirovî û edaletê dixwazin. Em vê helwestê qebûl nakin."   Herî dawî çalakgera Nobeda Edaletê Medîne Kaymaz axivî û ev tişt gotin: "Bila bizanibin ku em ê heta berdana Rêberê Kurdan ku li Îmraliyê girtî ye têkoşîna xwe bidomînin. Bila bizanibin ku em kurd in. Êdî ji vê zilm û heqaretê re bes e."