Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin 2022-03-29 16:15:50   WAN - Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun a ku serdana Nobeda Edaletê kir bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bicih bîne.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 103’yemîn de berdewam dike. Îro malbatên girtiyan Hanim Dînç, Şefîka EKÎNCÎ, Zeynep Dayana, Azîz Altûn, Sîbel Îşlyen, Nurî Çîçek nobedê berdewam kirin. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ebexê, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Erdîşê, rêveberên rêxistina Partiya Kesk û Çep a Pêşerojê ya Navçeya Erdîşê, Dayikên Aştiyê û endam3en Komeleya Lêkolînan a Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsa serdana nobedê kirin.    Hevserokê HDP’a Ebexê Adil Salazer bal kişand ser girîngiya nobeda edaletê û got: “Bi hezaran ciwanên kurd û siyasetmedarên wan girtî ne. Divê em qîrîna wan bibihîzin. Heke em li dijî vê berteka xwe neyinin ziman dê bi hezaran kesên din jî bên girtin.”    GAZÎ WEZARETA DADÊ KIR    Muzeyyen Butun li ser navê Dayikê Aştiyê axivî û destnîşan kir ku ew ji bo girtiyan edalet û azadiyê dixwazin û got: “Em gazî Wezîrê Dadê û Serokkomar dikin; Wezareta Dadê ji girtîgeha berpirsiyar e. Dengê dayikan bibihîzin. Berpirsiyarî û wezîfeya xwe bicih bînin. Girtîgeh tije girtiyên nexweş in û tedawiya wan nayê kirin. Em ji bo wan edaletê dixwazin. Em jiyanek birûmet dixwazin.”    'LI GIRTÎGEHAN ZILM HEYE’    Şefîka Ekîncî ya dayika Mert Ekîncî yê li Girtîgeha Wanê girtî ye bertek nîşanî polîtîkayên li dijî girtiyan tên kirin da û got: “Li girtîgehan zilm heye. Mafên girtiyan nadin wan. Heta ku mafên girtiyan bidin wan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”