Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst 2022-03-30 11:15:11   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam e. Malbatê da zanîn ku hemû dinyayê hewara dayika Emîneyê bihîst lê bi tu rengî nekarî dengê xwe bigihîne serokomar.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran, di 9’ê adara 2021’an de li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakî di roja 387’an de jî berdewam kir. Dayika Emîne nexweş bû lewma beşdarî nobeta îro nebû lê Ferît Şenyaşar çalakî domand.   ‘XWE LI PIŞT ERDOGAN VEDIŞÊRIN’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Kesên ku zarok û hevjînê vê dayikê li nexweşxaneyê qetil kirin, xwe li pişt Recep Tayyîp Erdogan vedişêrin. Lewma ev 387 roj in ev dayike li ber deriyê edliyeyê diqîre. Hemû dinyayê hewara vê dayikê bihîst. Lê vê dayikê kir û nekir nekarî dengê xwe bigihîne serokomar...”