Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn 2022-03-30 17:01:35   AMED - Parêzer Merve Nûr Dogan ku di doza jê dihat darizandin de got "komplo" li wê û Baroya Amedê ku endam wê ye hatiye kirin, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Endama Baroya Amedê Parêzer Merve Nûr Dogan, bi hinceta wêneyên wê bi Muzeyyen Aydinli (Amara Doktor) û Meryem Dogan (Dîdar Serdar) ên PKK'î ku di 3'ê cotmeha 2020'an de di operasyoneke leşkerî de li bejahiya navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabûn re hene, di 7'ê cotmeha 2020'an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. 6'emîn danişîna doza ku li Dogan hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Dogan ku beriya niha bi SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tevlî danişînan dibû, li ser daxwaza xwe li danişînê hat amadekirin. Bi malbata Dogan re gelek parêzerên endam û rêveberên OHD'ê û Baroya Amedê jî tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe ya ku di danişîne beriya niha de aşkera kiribû dubare kir û xwest ku Dogan bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.    Di danişînê de piştî mutalaayê Dogan jî parastina xwe kir û li dijî mutalaayê derket. Dogan, diyar kir ku wêneyên ku tên angaştkirin ên wê ne montaj in û wêneyan PKK'iyan re nekişandiye û got ku "komplo" li wê û Baroya Amedê tê kirin û daxwaza beraeta kir. Parêzeran jî parastina Dogan kirin û daxwaza beraeta wê kirin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê, bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dogan birî.