Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin 2022-03-31 09:05:28 STENBOL - Bîlal Eser, birayê Erhan Eser ê ku li Beylîkduzuyê polîsan ew kuşt, anî ziman ku polîsan belasebeb birayê wî kuştine.  Di 28'ê adarê de li nêzî rawestgeha metrobusê ya Beylîkduzu ya Stenbolê, polîsan ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî kuştibû. Eser, bi îdiaya ku guh nedaye hişyariyê û wesayîta xwe nesekinandiye, polîsan ji paş de berdabûyê. Cîhan Karakaş, Selahattîn Bal, Yûsûf Ors û Ahmet Erdem ên di heman wesayîtê de bûn Eser ji wesayîtê derxistibûn. Wê kêliyê polîsekî li cihê bûyerê jî bi wesayîta xwe Eser biribû Nexweşxaneya Dewletê ya Beylukduzuyê. Eser, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Cîhan Karakaşê di hundirê wesayîtê de bi Eser re bûye, behsa bûyerê kir.   BEHSA WÊ ROJÊ KIR   Karakaş, anî ziman ku dema di rê de hêdî hêdî diçûn ji nişkê ve ketin noqteya lêgerînê û wiha got: "Noqteya lêgerînê pir teng bû. Lempeyên polîsan temirandî bûn. Me nizanibû polîs in jî. Tenê yekî ji dûr ve fenera xwe vêxistibû. Gava em ketin hundir me fêm kir ku polîs e. Erhan jî ji ber ku ehliyeta wî tune bû, qilqilî. Xwest bisekine, lê nesekinî. Serê wî tevlihev bû, wesayît teql li xwe xistin. Em bi qasî 10 kîlometreyan ji noqteya lêgerînê bi dûr ketin. Polîsan jî got qey em direvin. Wê kêliyê tenê carekê dengê çekê hat me. Wê kêliyê wesayîtê serî ji Erhan stend. Min frênê destan ê wesayîtê rakir. Min wesayît da kêlekê. Me got qey Erhan ji tirsa ji ser hişê xwe ve çûye. Ji lew re li derdorê xwîn xuya nedikir. Gava min xwest Erhan daxim, polîs nehişt. Nehişt em jî dakevin. Gava min li pişta Erhan nerî, çav bi xwînê ketim."    Bi domdarî Karakaş diyar kir ku piştî ferq kirine ku Eser derb xwariye, cihê derbxwarî dewisandine û wiha domand: "Me û polîs bi hev re Erhan li wesayîta polîs siwar kir. Bêhna wî çikiya bû. Bijşkan got, qelbê wî du caran sekiniye. Paşê polîsan em derxistin derve. Piştî vê em nizanin bê çi bû. Tiştek ji me re negotin. Paşê polîs ji me re got; 'me di wesayîtê de tiryak dît.' Lê tu eleqeya me bi tiryakê re tune ye."    Karakaş, got ku piştî midûriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin, li dozgeriyê jî heman tişt gotine û nizanin bê ka polîsê Eser kuştiye hatiye girtin an na.    BERA PIŞTA WÎ DANE   Bîlal Eser, birayê Erhan Eser jî anî ziman ku gava polîsan bera birayê wî daye Cîhan Karakaş bi şev telefonî wî kiriye û ev agahî dan: "Ji min re gotin were nexweşxaneyê. Ez li texsiyê siwar bûm, çûm nexweşxaneyê. Li wir qomîser kincên birayên min rê min da û got miriye. Polîsekî belasebeb birayê min kuşt. Em êşandin. Birayê min kuştin. Em nizanin bê ka ew polîs hatiye girtin an na. Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Em doza edaletê dikin."   Eser, destnîşan kir ku polîs rasterast bi qesta kuştinê bera birayê wî daye û wiha bi dawî kir: "Bera piştê daye û ji wir çûye kezebê perçe kiriye."    MA / Mehmet Aslan