Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL 2022-03-31 09:09:56 WAN - Kîloya penêrê bisîrik ê Wanê, ji ber zeman bû 120 TL. Ji ber vê liv û tevgera li Çarşiya Penêrfiroşan kêm dibe.  Krîza aborî, hişkesalî, qedexekirina zozanan û bihabûna fiyetên êm û kayê bandor li penêrê bisîrik ê Wanê jî kir. Par di meha Mijdarê de kîloya penêrê bisîrik di navbera 30-40 TL'yî de bû, lê ji ber bihabûnê niha di navbera 100-120 TL'yî de ye. Ji ber vê bihabûnê her diçe liv û tevgera li Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê jî kêm dibe.    PENÊRÊ HERÎ ERZAN 80 TL   Penêrfiroş Abdulcabbar Karakoyûn, anî ziman ku li gor par fiyetê penêrê bisîrik ji sedî sed biha bûye û got: "Penêrê ku meha borî min bi 70 lîreyî dida, niha bi ser 100 TL'yî ketiye. Niha li bazarê kîloya penêrê herî erzan bi 80 TL'yî ye. Mixabin hişkesalî û bihabûnê bandor li penêrê bisîrik jî kir."    ‘WÊ BIHATIR BIBE'   Penêrfiroş Mecît Karataş jî got: "Penêrê ku mehek berê me ji hilberîneran bi 65 TL'yî distend, niha bûye 85 TL. Îsal em bi zorê penêr peyda dikin. Li Stenbolê mişteriyên min hene û dibêjin penêrê bi sîrik peyda nakin. Ji ber ku li Wanê sewalvanî nemaye, mixabin penêr jî kêm bûye. Penêrê ku par havînê me bi 25 TL'yan distend, îsal bi 50 TL'yî jî bi dest me nakeve. Lê wer xuya ye dê zivistana bê fiyetê penêrê bisîrok bihatir bibe."