Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye 2022-03-31 09:10:42 AMED - Girtiyê nexweş Abdûllah Boran ê 82 salî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hat hînbûn ku rapora wî ya "mayîna wî ya li girtîgehê ji bo jiyana wî talûke ye" hebûye, lê dîsa jî nehatiye berdan.  Girtiyê nexweş Abdûllah Boran ê 82 salî ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de bû, di 23'yê Adarê de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest dabû. Hat hînbûn ku Desteya Tenduristiyê ya nexweşxaneyê berê rapor ji bo Boran amade kiriye.    Desteya Tenduristiyê herî dawî di 24'ê Sibatê de raporek çêkiriye û di raporê de destnîşan kiriye ku mayina Boran a li girtîgehê ji bo jiyana wî talûke ye.    Malbata Boran jî di serê Adarê de bi rêya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê serî li Serdozgeriya Komarê ya Midyadê daye. Dozgeriyê jî di 16'ê Adarê de nivîs ji ÎHD'ê re şandiye û nivîs di 23'yê ADarê de gihaştiye komeleyê. DI nivîsa hatiye şandin de hatiye diyarkirin ku ger Saziya Tiba Edlî (ATK) jî raporek di vî warî de hazir bike, dê cezayê Boran bê taloqkirin. Lê roja ku nivîs gihaştibû ÎHD'ê, Boran jî wê rojê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Malbatê destnîşan kir ku Boran li nexweşxaneyê bi ranzayê kelemçekirî bûye û bi vî awayî jiyana xwe ji dest daye û got: "Wî biribûn beşa awarte. Piştî wî birin vir bi 6 rojan em pê hesiyan ku li vir e. Me xwest em wî li nexweşxaneyê bibînin, lê nehiştin. Bi mehan bû di beşa awarte de bû. Piştî hewldaneke dûr û dirêj me ew ji dûr ve dît. Di nav nivînan de bû, dest û pêyên wî bi ranzayê ve kelemçekirî bûn. Me rewşa wî ji bijîşkan pirsî, gotin, mejiyê wî heliyaye."    MA / Mehmet Guleş