Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê 2022-03-31 09:13:31   AMED - Avahiyên ku li taxên Sûrê hatibû xerakirin û paşê ji nû ve hatibûn çêkirin, veguherandin platoya rêzefîlmê TRT Kurdî.    Piştî qedexeya derketina derve ya di sala 2015'an de li navçeya dîrokî ya Sûrê hatibû îlankirin, li gelek taxan gelek avahî hatibûn xerakirin. Li şûna avahiyên hatibûn xerakirin avahiyên nû hatibûn çêkirin, lê radestî xwediyên wan nehatibûn kirin.    Li Taxa Fatîhê hin avahiyên hatibûn çêkirin û paşê radestî xwediyên wan nehatibûn kirin, veguherandin platoya rêzefîlmê TRT Kurdî. Avahiyên nû ji bo rêzefîlmê TRT Kurdî veguherandin firin, mêvefiroş û çayxaneyê. Her wiha ji bo rêzefîlm, dekora hin kuçeyan jî hatiye guherandin.