Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin! 2022-03-31 10:29:53 SÊRT - Li Newala Qesaba ku bi sedan cenazeyên kurd û ermenan lê veşartî ne, bi betonê tê xwestin ser cenazeyan bigirin. Li ser van cenazeyan avahî û vîlayên luks tên lêkirin.  Newala Qesaba li kêleka navenda bajarê Sêrtê ye. Di vê Newal ango deverê de gelek cenazeyên kesên bûne qurbanên cînayetên kiryar nediyar û cenazeyên endamên PKK’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi awayek komî veşartî ne. Niha jî biryar hatiye dayîn ku li ser bi sedan goran ên li Newala Qesaba avahî bên lêkirin. Newala Qesaba ya ku heta îro bûye mijara gelek stran, pirtûk û filman, qadek berfireh a ji 405 donim erazî pêk tê ye.    TÊ DIYARKIRIN KU CENAZEYÊ KORKMAZ JÎ LI WIR E   Her wiha li Newala Qesaba tenê ne cenazeyên cangoriyên kurdan, cenazeyên welatiyên ermen ên di qirkirina sala 1915’an de hatine kuştin jî hene. Nexasim piştî salên 1980’yî vê Newalê ji bo cenazeyên endamên PKK’ê û qurbaniyên bûyerên kiryar nediyar kirin goristana komî. Tê diyarkirin ku cenazeyê yek ji fermandar ewil ê PKK’ê û pêşengê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egît) jî li Newala Qesaba di nava gorên komî de hatiye veşartin. Li gorî hin agahî û daneyan herî kêm cenazeyê 300 welatiyên kurd li Newalê hatine veşartin. Lê belê ev hejmar tu carî bi awayek fermî nehatiye piştrastkirin.    Di 22’yê Nîsana 1989’an de cara ewil li Newalê kolandin hat kirin û di nava çend saetan de hestiyên aydê 8 kesan hat dîtin. Heman rojê li ser biryar û fermana Walîtiya Sêrtâe xebatên kolandinê hatin rawestandin û ji wê rojê heta îro tu kolandinek li wir nehatiye kirin.    BÎRA KURD Û ERMENAN DIXIN BIN BETONÊ    Lê belê di nava demê de ev Newala ku bûye goristanek komî ji çêkirina avahiyan re hat vekirin. Li vê qada ku veguherî sergo ewilî rêya duble li ser hat çêkirin. Pişt re ji bo lêkirina eywana dawetê destûra avadaniyê hat dayîn. Vê yekê têr nekir her wiha avahiya Akademiya Polîsan jî li qada ku tê texmînkirin cenaze lê veşartî ne, hat lêkirin. Bi sedan cenazeyên bêkefen ên aydê bi sedan kurd û ermenan ku li vê qadê veşartî ne, niha jî tê xwestin ku li serê avahî û vîla werin lêkirin. Ji bo projeya nû di ketina Newalê de tabelaya ku hûrgiliyên projeyê li ser nivîsandî ye, hatiye danîn. Şirket abi navê War Yapi vê projeyê çêdike û li gorî projeyê dê bi dehan vîla, avahiyên 8 qatî û hewza avê bên çêkirin. Her wiha li qada ku dê avahî û vîla bên çêkirin, ofîsa firotinê hat avakirin û derdora ofîsê bi bariyeran hatiye girtin.    SERLÊDANAN ENCAM NEDAN    Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Sêrtê yê berê û rojnamevan Zana Aksu ku bi salane li ser qewimandinên li Newalê xebatan dike diyar kir ku wan wek komeleyê di sala 2011’an de ji bo Newal bê parastin û derbarê rayedarên wê demê de li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê gilî kirine. Aksu destnîşan kir ku bi qasî wan daneyan bi dest xistiye nêzî 300 cenaze li wir hatine veşartin û got: “Tevî ewqas serlêdanên fermî ne derbarê kesî de lêpirsîn hat destpêkirin û ne jî Newala Qesaba hat parastin. 8 cenazeyê ji wir hatine derxistin jî aqûbeta wan nehat ronîkirin.”   ‘ŞERMA LI SER ŞERMÊ YE’    Aksu anî ziman ku bi çêkirina van avahiyan re dê şerma li ser şermê were zêdekirin û wiha got: “Daxwaza bila peyker were çêkirin hebû. Lê belê li şûna vê li ser cenaze ango hestiyên însanan akademiya polîsan, rêya duble, eywana dawetê hat çêkirin. Niha jî biryar hatiye dayîn ku bînayên bilind û vîla werin çêkirin. Di bin van avahiyên dê bên çêkirin de bi sedan cenaze hene. Lêgerîna Dayikên Şemiyê heye. Lêkirina van avahiyan a li ser hestiyan bêwîjdanî ye. Divê tavilê dest ji vê biryarê berdin. Ev avahî li ser qadek berfireh tên çêkirin. Em bang li hemû derdoran dikin ku ji bo Newala Qesaba bi hestiyarî tevbigerin.”    MA / Fethî Balaman