Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine 2022-03-31 13:33:38 ENQERE - N.K. ku di sala 2020’an de li Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Enqereyê îfadeya wê hatibû girtin, di Doza Kobanê de weke şahid hat guhdarîkirin. N.K. diyar kir ku tu eleqeyeke wê bi vê dozê re nîne û ev pirs ji şandeyê kir: “Çima weke şahid ez anîme vê derê?” Parêzer Kenan Maçoglu jî bertek nîşan da û got: “Ji kolanê şahid hatine komkirin.”  Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişînê de xizmên siyasetmedarên girtî tên darizandin, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemî û Mahmût Togrûl, rêveberên rêxistina partiyê ya bajêr û navçeyên Enqereyê û gelek kes amade bûn.    Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.    ŞAHIDÊ NEPEN VEŞARTIN!    Li dosyeya dozê hinek ewraqên nû hatin zêdekirin û danişîn bi agahdarkirina vê rewşê dest pê kir. Serokê dadgehê da zanîn ku wan mînakeke îfadeyê biîmze yê şahidê nepen ê bi nasnavê “HERMES” ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestibûn lê bi hinceta ku “Dê derhî bibe”, mînaka îfadeya biîmze nehatiye şandin.    MÎKROFANA PARÊZER HATE GIRTIN    Danişîn, bi guhdarîkirina şahid N.K. berdewam kir. Di danişînê de hewldan çêbû ku navê tevahiya kesên di dosyayê de tên darizandin bên xwendin. Li ser vê yekê parêzer Kenan Maçoglu xwe nerazî kir û xwest ku tenê navê kesên ku şahid N.K. di 6’ê çileya sala 2020’an de li Şaxa Midûriyeta TEM’ê ya Enqereyê derheqê wan de îfade dayî bên xwendin.    Serokê dadgehê jî mîkrofana Maçoglu girt, daxwazên wî red kir û navê hemû kesên di dozê de tên darizandin xwend.    ŞAHID: EZ ÇIMA LI VIR IM?   Şahid N.K., di axaftina xwe de got ku nizane bê ka çima weke şahid tê guhdarîkirin û wiha domand: “Bawerim ez ji bo Selahattîn Demîrtaş li vê derê me. Bi rastî jî nizanim bê ka çima di vê dozê de bûme şahid û beşdarî vê dozê hatime kirin. Bawerim derheqê hevjînê min ê berê de hinek tişt çêbûn. Min derheqê wî de tu îfade jî nedane. Wekî hemû kesan ez jî Selahattîn Demîrtaş weke parlamenterekî nas dikim. Yên ku we navên wan xwendin jî weke parlamenter nas dikim. Ev zêdetirî 12 sal in min û hevjîna xwe hev berda ye. Min ji bo wî jî îfadeyekî wiha neda ye. Emîne Ayna jî tenê weke parlamenter nas dikim.”    ‘ELEQEYA MIN A BI DOZÊ RE NÎNE’   Piştî ku serokê dadgehê îfadeya wê yê berê bi bîr xistî jî N.K. ev tişt anî ziman: “Belê rast e. Hevjînê min ê berê Nedîm Taş e. Kurê min hatibû revandin û ez tenê ji bo îlana windabûnê çûm qereqolê. Min li wê derê çi bersiv dabin pirsan, îfadeyên min ên din jî heman tişt in. Tu eleqeya min bi vê dozê re nîne.”    Li ser pirsa serokê dadgehê ya “Hevjînê we yê berê kî nas dikirin, kî dihat û diçû” jî N.K. ev bersiv da: “Navên ku min dizanîn ji xwe bi wer re parve kirin. Tenê ev e. Min dikariya gilî jî bikim. Her carê ji bo dozê bangî min dikin. Min derheqê tu kesekî de îfadeyeke dijber nedaye.”    ‘EM JI KOLANAN ŞAHIDAN KOM BIKIN’   Di vê navberê de parêzer Kenan Maçoglu mafê axaftinê girt û ji ewil bertek nîşanî girtina mîkrofonê da. Maçoglu, di berdewamê de wiha got: “Nexwe em li kolanan miletî kom bikin û li vir weke şahid guhdarî bikin. Hûn mîkrofonê li gorî keyfa dilê xwe vedikin û digirin.” Serokê dadgehê jî got ku kesên navborî li kolanan nehatine komkirin û ev kes di îdianameyê de hene. Maçoglu piştre axaftina xwe wiha domand: “Di kîjan devera îdianameyê de hene? Tune ne. Îfadeyê ku berê dayî jî di destê me de heye. Lewma jî me îtîraz kir. Lewma me got ku tenê navên wan kesên di îfadeyê de bixwînin. Hûn nikarin derheqê kesên din de pirsan bikin. Şahid, şahidiya çi kiribe divê hûn wan tiştan jê bipirsin. Hewceye hûn sînorên xwe yên hiqûqî bizanin. Ev rewş ji bo şahidên piştre jî derbasdar e.”    ÎFADEYA N.K. YA LI DOSYAYÊ HATIYE ZÊDEKIRIN   N.K. di îfadeya xwe de navên Nedîm Taş, Hûseyîn Cengîz, Emîne Ayna, Nûrsel Aydogan, Hava Ozcan, Hacer Karataş, Halît Boga û Velyettîn Boga dabûn û li ser wan îfade dabûn. N.K. di heman demê de li ser kurê xwe û hevjînê xwe Nedîm Taş de jî îfade dabû.    Danişîn, bi axaftina Sebahat Tuncel berdewam dike.