Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin 2022-03-31 14:16:50   ENQERE - Bi hinceta ku xelat da Jin TV'yê bi angaşta "propagandaya rêxistinê" doz li rêveberên Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqerê hat vekirin.    Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqerê, di çarçoveya Xelatên Çapemeniyê yên Emre Madran ên Qada Parastinê yên Sala 2021'an de di beşa Nûçegihaniya Televîzyonê ya Navneteweyî de xelatê da Jin TV'yê. Piştî dayîna xelatê Odeya Avahîsazan ji aliyê çapameniya alîgir ve hedef hatibû nîşandan. Piştre ji ber vê Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Enqerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve ji bo îfadeyê hatibû vexwendin.    Piştî lêpirsîna ku hat meşandin derbarê Serokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqerê Tezcan Karakûş û 6 rêveberên lîjneya rêveberiyê de bi angaşta "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin.    Wê rêveberiya Odeya Avahîsazan di 23'ê hezîrana 2022'yan de li Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê dê derkeve pêşberî dadger.