‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’ 2022-03-31 15:00:43   ÎZMÎR - Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan yên li Îzmîrê, xwestin mirina Mûharrem Aksem bê zelalkirin û diyar kirin ku wê ji bo faîl bên cezakirin têbikoşin.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Îzmîrê, bertek nîşanî mirina Mûharrem Aksem ê 16 salî ku cenazeyê wî li qada telîma guleberdana polîsan a li Rihayê hate dîtin dan. Daxuyaniya li pêş Edliyeya Îzmîrê hate dayîn de pankarta “Êdî bes e. Destê xwe ji zarokan bikişînin. Mafê jiyanê pîroz e” hat vekirin û dirûşmeya “Dewleta kûjer wê hesab bide” hate berzkirin. Endam û rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    NE BÛYER CÎNAYET E   Endamê ÇHD’ê Erdogan Aydogdû yê daxuyanî xwend, diyar kir ku tevî ku bi ser mirina Mûharrem Aksem 7 roj derbas bûne jî ji aliyê rayedaran ve hêj tu agahî nehatine dayîn û wiha got: “Îdiayek heye ku dema telima gule berdanê de hatiye kuştin yeke din jî bi muhîmmateke ku li wir hatiye hiştin jiyana xwe ji dest daye. Çawa be bila bibe ev bûyer cînayet e.”   HIQÛQ NAXEBITE   Aydogdû, bi lêv kir ku dewlet bi salan e wê herêmê weke “qada şerê germ” digire û destnîşan kir ku li qadên şerê germ “li ser navê bekaya dewletê” hiqûq nayê xebitandin. Aydogdû, bal kişand ku dewlet li herêmê bêqanûn û bêhiqûqî serweriya xwe bidomîne û wiha berdewam kir: “Dewlet û peywîrdarên cemaweriyê di bin navê bekaya dewletê û berjewendiyên wê tu qanûnan û hiqûqê nas nakin.”   Aydogdû, xwest ku derbarê peywîrdarên ku îhmala wan hene lêpirsîn were vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê lêpirsînên ku bên vekirin bi awayekî bi bandor bişopînin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê hem sedem hem faîlên cînayetê teşhîr bikin û ji bo bên cezakirin di nava hewldanan de bin.”