SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek 2022-03-31 16:59:02 ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr ê serdana Nobeta Edaletê kir, bang kir ku li dora Nobeta Edaletê bibin xelek.  Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 35’emîn de berdewam dike. Malbatan di nobetê de dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çîgliyê û Rêxistina Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) a Îzmîrê serdana malbatan kirin.    ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’   Hevseroka HDP’a Çîgliyê Leyla Tûfan bi lêv kir ku piştgiriya dayikên ku ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin dikin û wiha got: “Divê girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin demildest bên berdan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin, bila ew bi xwe derkevin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Divê herkes di çarçoveya van daxwazan piştgiriya Nobeta Edaletê bike.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN BERDIN’   Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî destnîşan kir ku pêkanînên AKP’ya ku 20 sal in li welat serwer e nayên qebûlkirin û wiha got: “Ji bo ku nifşên pêş êşê nekişînin divê em li dora daxwaza edaletê bibin xelek. Daxwaza dayikan daxwaza me ye. Di nava girtîgehê de ceza didin girtiyan. Dixwazin malbatên girtiyan, kesên li derdora wan û hemû civakê bitirsînin. Em li dijî van zextan natirsin.” Ûgûr, bang kir ku di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş ên giran demildest bên berdan.