Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye 2022-04-01 09:00:39 AMED - Mahsûm Karaoglan, di 4'ê Nîsana 2009'an de, di meşa Amarayê de bi guleya dewletê jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna derbarê mirina wî de 13 sal in bi biryara "veşarî" tê astengkirin û doza li DMME'yê jî hê didome.  Di 4'ê Nîsana 2009'an de bi hezaran kes ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin meşa "rêwîtiya ber bi rojê ve" li dar xistibûn. 10 hezar kesên tevli meşê bûbûn, berê xwe dabûn Amarayê. Girse berî bigihê Amarayê bi 20 kîlometreyî ji aliyê polîs û eskeran ve hatibû astengkirin. Piştî ku girseyê barîkat rûxandibûn, polîs û eskeran jî bi çekan êriş biribûn ser wê. Di van êrişan de bi dehan kes birîndar bûbûn û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan ê 23 salî û karkerê înşeatê yê pirsûsî Mûstafa Dag bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî mirina Karaoglan û Dag Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê lêpirsîn dabû destpêkirin. 13 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye û bi biryara "veşarî" tê astengkirin. Ji ber vê malbata Karaoglan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû.    Abdurrahman Karaoglan, bavê Mahsûm Karaoglan, behsa tiştên di 13 salên borî de qewimîne kirin.    ‘HEZM NEKIRIN'   Karaoglan, bi lêv kir ku Mahsûm kurê wî yê biçûk bûye, heya 10 saliya xwe li Îzmîrê bûye û di nava hevalên xwe de "sembol" bûye. Karaoglan, destnîşan kir ku bi xebera mirina Mahsûm re çokên wan şikestine û wiha behsa wê rojê kir: "Wê rojê, rojbûna Ocalan bû. Hezm nekirin. Bi fîşekên plastîk, fîşekên bera û bombeyên gazê êriş birin ser gel û ciwanan. Wê rojê me jî hin malbatan li hev dianî. Hê danê nîvro bû. Telefona min lê ket, gotin tevliheviyek çêbûye û birîndar hene. Lê me nizanibû Mahsûm miriye. Paşê em çûn Bêrecûkê. Mahsûm û Mustafa her du jî li Bêrecûkê jiyana xwe ji dest dan. Negihaştin nexweşxaneyê."    BIRYARA VEŞARÎ YA LI SER DOSYEYÊ   Karaoglan, da zanîn ku heya niha têkildarî mirina kurê xwe 3 caran çûye dozgeriyê û di çûna dawî de jê re gotine "biryara veşarî li ser dosyeyê heye" û got: "Ewilî dozger got dîmenên kamerayê di dest wan de hene. Paşê got, biryara veşarî heye. Di cara sisêyan de got, ji ber biryara veşarî nikare tiştekî bibêje."    'KAXIZEK JÎ NEŞANDIN'   Karaoglan, destnîşan kir ku 13 sal di ser vê cinayetê re derbas bûne lê heya niha kaxezek jî ji wan re nehatiye şandin û ji ber vê bi rêya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û doza li DMME'yê hê jî didome. Karaoglan wiha got: "Qet nebe me dixwest em heqê xwe bistînin. Lê tu encam jê dernektine. Kaxezek jî bişandana û bigotana 'Meşiyan û ketin', em qayil bûn. Ma qey heya mirinê dê ev doz wisa bidome? Mustafa ji serê xwe, Mahsûm jî ji singa xwe birîndar bû. Li ser wan fîşekan nivîsandiye ku divê di mesafeyeke 400 metreyeî de neyên avêtin. Bi qesda kuştinê wisa kirin, tiştekî xisûsî bû. Gelek şahid hene."    HEVDÎTINA DAWÎ   Karaoglan, behsa hevdîtina dawî ya wxe û kurê xwe jî kir: "Berî biçe Amarayê bi 3 rojan me hev dît. Kêfa wî li cî bû. Wê rojê di televîzyonê de belgefîlmek hebû. Şêrekî xezalekê dixwar. Ez jî li ber ketim. Wî, berê xwe da min û got, 'Ew der xweza ye, a muhîm mirov mirovan nexwin. Ji lew re mirov mirovan dixwin."    DEST DANÎN SER WÊNEYÊN WÎ   Karaoglan, ragihand ku 4 wêneyên kurê wî li cem wan hebûne, lê polîsan dest danîne ser wan jî û got: "Min ji wan re got, ev wêne ne qedexe ne, kurê min xwedekar e û we ew kuşt. Wêneyên me bûn. Gotin, dê wêneyan cardin bînin. Ji wê rojê heya niha wêne nedane. Wêneyek wî maye. Ez giliyê wan jî dikim."    MA / Ceylan Şahînlî