Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne 2022-04-01 10:20:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Ragihandina Malbenda Mûsilê yê YNK’ê Xeyas Surçî got ku bal kişand ser tifaqa PDK û Tirkiyeyê û wiha got: “Şerê birakujiyê tenê bi kêrî Tirkiyeyê tê. Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê kurdan ê navxweyî ye.”   Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 26’ê adarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye bi alîkariya PDK’ê amadekariya êrişeke berfireh li ser başûrê Kurdistanê dike. KCK’ê di daxuyaniyê de bang li PDK’ê kir ku beşdarî vê plana Tirkiyeyê nebe. Têkildarî hevkariya PDK û Tirkiyeyê, Berpirsê Ragihandina Malbenda Mûsilê ya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Xeyas Surçî ji Rojnewsê re axivî û got ku ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şer in.    Xeyas Surçî anî ziman ku heke PDK di rewşeke qeyrana aborî, êrişên Îranê û hêzên Heşdî Şebî de êrişî PKK’ê bike, ev yek dê rewşeke xirab bi xwe re bîne. Surçî, bi domdarî wiha got: “Ev şerê wê ne li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ne. Tenê bi kêrî berjewendiyên Tirkiyeyê tê. PDK demên xwe yên dawî dijî û ev hewldanên wê jî ji bo domandina hebûna xwe ye. Gel êdî ji PDK’ê bawer nake. Mesûd Barzanî beriya niha soz dabû ku dê rê nede şerekî navxweyî. Bê guman ji bilî PDK’ê, hemû kurd û derdorên muxalîf li dijî şerekî wiha ne.”    ‘JI BO ÇEND KURSIYAN KURD PARÇE KIRIN’   Surçî, bal kişand ser pirsgirêkên ku PDK ji bo gelê kurd derdixîne û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de dirûşmên PDK’ê, dirûşmên neteweyî û yên bo yekparçeyiya Kurdistanê bûn. Her tim jî YNK bi cehştiyê tawanbar dikir. Lê ji bo çend kursiyên li Bexda kurdan ji hev parçe dike. Bi aliyekî ereban re peyman mohr kiriye ku tu kurd di nava wê tifaqê de nînin. Ev jî nerazîbûna şîeyan a li dijî kurdan zêdetir dike. Ne di xizmeta gelê kurd de ye. PDK’ê bi siyaseta xwe ya durû re kurdan nebaş nîşan dide.”