Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin 2022-04-01 12:58:47   AMED - Derbarê 33 rayedarên leşkerî de ji ber kuştina 7 sivîlên li Pasûrê biryara dozvenekirinê hatibû dayîn. Lêpirsîna li ser biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê ji nûve hatibû destpêkirn, vê carê bi hêceta “demboriyê” serê hat girtin.    Li navçeya Pasûrê ya Amedê di 24’ê Mijdara 1991’an de qetlîamek pêk hatibû û 7 sivîl hatibûn kuştin. Têkildarî qetlîamê derbarê 33 rayedarên leşkerî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Derbarê rayedarên leşkerî de biryara dozvenekirinê hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryarê xera kiribû û bi hêceta “binpêkirinê” xwestibû lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin. Vê carê jî bi hêceta “demboriyê” ser lêpirsînê hat girtin.    Bi biryara "demboriyê" tê xwestin ser qetlîamê bê girtin. Ji destpêkê ve heta niha di qetlîamê de bêhiqûqî tê kirin. Têkildarî kuştin û birîndarkirinan wê heyamê lêpirsîn hatiye destpêkirin. A rast tu karûbar têkildarî qetlîamê nehatiye kirin tam piştî 13 salan di sala 2004'an de Serokê Baroya Amedê yê niha Nahît Eren li ser navê xizmên kuştî û birîndaran serlêdana tezmînatê dike û lêpirsîn bi vê yekê re derdikeve holê.     Serokê Baroyê Nahît Eren li dijî biryara "demboriyê" serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê da û îtîraz kir. Hat destnîşankirin ku li gorî biryara ji dadgehê bê dayîn dê bi awayek takekes ji nû ve serî li AYM'ê bê xistin.