Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin 2022-04-01 13:39:02   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ê tiştên malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bênavber dimeşîne dijî anî rojeva Meclîsê û got: “Em vê meseleyê nadin jibîrkirin.”   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan tiştên malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an ve li pêş Edliyeya Rihayê di Nobeta Edaletê de ye dijî anî rojeva Meclîsê. Ocalan, têkildarî mijarê li Lijneya Giştî ya Meclîsê mafê axaftinê girt û bi wêneyê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ê li pêş edliyeyê dema girtina nobetê te hatine kişandin derket ser kursiyê. Ocalan ê bi gotina “em êrişî nadin jibîrkirin” dest bi axaftina xwe kir bal kişand ku êrişa hatibû kirin biplan e. Ocalan, bi bîr xist ku parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parazvanên wî li kargeha malbata Şenyaşar êrişî ferdên malbatê kirine û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ew “înfaz” kirine.    Ocalan, diyar kir ku Fadil Şenyaşar ê piştî êrişê giran birîndar bû hatiye girtin û 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ocalan, bi lêv kir ku çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 389’emîn de berdewam dike û bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan malbata Şenyaşar weke terorîst îlan kiribû. Ocalan, da zanîn ku Wezîrê Çandiniyê yê demê parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba dema beriya 6 mehan tev li bernameyeke televizyonekê bûbû gotibû “Tu têkiliya malbatê bi PKK’ê re nîne. Ji ber vê bûyerê wijdana min diêşe” û anî ziman ku malbata Şenyaşar 19 sal in li Odeya Esnaf û Pîşekaran de qeyd kirî ye.    ‘MA EWQAS BÊWIJDANÎ DIBE?’   Ocalan, destnîşan kir ku malbata Şenyaşar di meha Remezanê de “bi hişmendiyeke çetekar” hatiye qetilkirin û wiha got: “Ma ewqas bêwijdanî dibe? Niha jî dibên ‘em vî karî di rêyên cuda de çareser bikin’ Têtîkkêşek komkujiyê pêk tîne, ji bo ku pirsgirêk were çareserkirin jî tetîkkêşek din tê şandin. Hiqûqa eşîretê ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurd ji bo girîng e lê ev mesele bûye rojeva rayagiştî ya cîhanê. Li her derê tê axaftin. Divê hûn vê bi hiqûqa xwe bi xwe çareser bikin. Ev ne karê Dadgeha Rihayê, Wezareta Dadê û hikumetê ye. Mifteya vî karî di berîka Serokkomar de ye. Heke serokkomar rêya hiqûqê veke wê ev mesele were niqaşkirin û kesên ku komkujî pêk anîne dê werin girtin.”   ‘EDALETA WELÊT’   Ocalan, wêneyên Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li pêş Edliyeya Rihayê dema nobetê de hatine kişandin nîşanî parlamenteran dan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Edaleta vî welatî ev e. Em vê meseleyê nadin jibîrkirin. Dibe ku di nav desthilatê de mirovên bi wijdan hebin. Tenê bi rojî girtinê mesele nayên çareserkirin. Ev dayik 65 salî ye bi kurê xwe re her roj li pêş Edliyeya Rihayê ye. Par fitara xwe ya ewil li pêş avahiya edliyeyê kir. Divê serokkomar aliyê kesê negire, pêşiya hiqûqê veke û kesên berpirsyar werin darizandin.”