Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû 2022-04-01 15:58:05 ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş di roja 36’emîn a Nobeda Edaletê de dest bi serdana saziyan kirin.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, ku li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 36’emîn de bi serdana saziyan berdewam kir. Malbatan biryar girt ku êdî nobeda xwe li derveyî Baroya Îzmîrê berdewam bikin û ewilî serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê kirin.    Malbatan û Hevserokên OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk û Welat Zelen li gel hev li ser armanca nobedê sohbet kirin.    Malbatan ragihand ku ew ê hefteya pêşiya me jî serdana ÎHD, HDP’ê û rêxistinên sivîl ên li bajêr bikin û ji wan piştevaniyê bixwazin.