Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin 2022-04-01 16:16:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên artêşa Tirkiyeyê li Tirbêspiyeyê bi balafirên bêmirov êrişî wesayîtekê kir. Di encama êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn.    Hêzên artêşa Tirkiyeyê îro di danê sibehê de li Hasûdê yê Tirbêspiyeyê, bi balafirên bêmirov êrişî wesayîtekî kir. Di encama êrişê de wesayît rûxiya. Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin balafireke bêmirov a Tirkiyeyê li gundê Hasûdê yê Tirbêspiyeyê wesayîtek hedef girt. Hêzên ewlekariyê da zanîn ku di encama êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn.    Hêzên ewlekariyê di dawiya daxuyaniyê de jî êrişa Tirkiyeyê şermezar kir û bang li civak û rêxistinên navneteweyî kir ku rê li ber van êrişên Tirkiyeyê bigirin.