Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin 2022-04-01 17:08:17 STENBOL - Girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin dan zanîn ku binpêkirinên giran li dijî wan tên kirin. Girtiyan diyar kir ku endamên îstîxbaratê bi malbat û dosyayê gef li hevaleka wan xwariye.        Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê daxuyaniyek dan. Girtiyan diyar kir ku ji lêgerînên di asta tacîzê heta serdegirtinên sîstematîk, ji destdanîna ser nameyan heta gefan, rastî gelek binpêkirinan tên.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku di demên dawî de her lêgerîn wekî serdegirtinê tê kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Hejmareke sê qatî me ya gardiyanan beşdarî lêgerînê dibin. Li nava TV û sarincan dinihêrin û rêveberî gefan li me dixwe. Me xwest têkildarî rewşa heyî ji HDP, CHP, OHD û ÎHD’ê re name û faksan bişînin. Lê tevek jî desteserkirin. Ji bo ku haya kesên derve jê çênebe, rêveberiya girtîgehê ambargo daniye ser girtîgehê.”   ‘GEF LI HEVALA ME HAT XWARIN’   Herî dawî jî girtiyan ev agahî dan: “Di 1’ê adarê de hevala me Sîbel Golbaşi bi hinceta ku ‘dê tev li SEGBÎS’ê bibe’ bi xwe re birin. Hevala me bi biryara midûrê duyemîn Candaş Orhan (?) û sergardiyan Hulya Mehtap (?) birin û bi îstîxbaratê re (jinek û mêrek bûn) hevdîtin pê dan kirin. Hevala me çawa ku bi ser rewşê re gihişt, xwest ji wir derkeve. Lê van kesan bi malbat û dosyayê gef li hevala me xwarin. Li ser vê yekê me li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Lê rêveberiya girtîgehê dest danî ser vê serlêdanê jî. Hevala me Sîbel Golbaşi hevaleke 20 salî ye û ciwan e. Di demên dawîn de li zindanan dixwazin ciwanan bixînin. Li hemberî vê polîtîkayê helwesta me zelal e.”