Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir 2022-04-01 19:27:02   STENBOL -  Edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz ku di pêşbaziya Xelatên Rojnamevaniya Tirkiyeyê ya TGC'ê de, xelat wergirt, xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir.    Kesên di pêşbaziya Xelatên Rojnamevaniya Tirkiyeyê ya 2021'ê ya Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) de bi ser ketin, xelatên xwe li Hêwana Konferansê ya Bûrhan Felek wergirtin. Desteya bijartinê ya pêşbaziyê ji ber nûçeya bi ser navê “Bu ihale organizasyonunu, ‘Yaparsa Savcı yapar’” ku di 20'ê Kanûna 2021' de hatibû weşandin, xelat da edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz.    Di merasîmê de 55 rojnamevan liyaqî xelatê hatin dîtin.    Edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz ku nikaribû tevli merasîma xelatdayinê bibe, peyamek şand. Yilmaz ku xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir, di peyama xwe de got: "Ez vê xelatê diyarî Emîne Şenyaşar dikim ku zêdetirî saleke li ber edliyeya Rihayê li edaletê digere."    Nûçegihanê Rojnameya Cumhûriyetê Mehmet Kizmaz jî xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî Nedîm Turfent û Ziya Atamn kir.