ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN 2022-04-02 09:00:37 * Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku jidayikbûna Ocalan jidayikbûna kurdbûna demokratîk a xwedî îrade ye û got: “Jidayikbûna wî jidayikbûna yekîtiya netewbûna demokratîk e û jidaybikbûna pergala modernîteya demokratîk e.”  * Serokê ÎHD a Şaxa Mûşê yê berê Parêzer Tarik Guneş ku hat berdan got: "Her roj bi ser qawîşan de dihat girtin, lêgerînê dihatin kirin, pirtûk dihatin desteserkirin."   * Gurçikên girtiyê nexweş Firat Nebîoglû ku ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî, xera bûne. Nebîoglû, di makîneya diyalîzêm de ye.    * Serokê TBB'ê yê berê Metîn Feyzîoglû ji bo kurdî gotibû "duzimanî dê bibe sedema perçebûnê". Ji ber vê giliyê Feyzîoglû hatibû kirin. Lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bû.    * Endama TJA'yê Ulker Ozadîktî, anî ziman ku di Newrozê de bi milyonan kesî doza azadiya Ocalan kiriye û got, niha hewl didin ruhê berxwedêr ê Newrozê veguhêzînin 4'ê Nîsanê.    * Jinên ku tevli hemû pîrozbahiyên li Amarayê bûne, bang kirin: "Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin."   * Mûstafa Dag, di 4'ê Nîsana 2009'an de, di meşa Amarayê de bi guleya dewletê jiyana xwe ji dest dabû. Sedat Gozkiran, parêzerê malbata Dag, diyar kir ku piştî 6 salan di lêpirsînê de muzakere hatiye nivîsandin û wezaretê tenê lîsteya personelên li Hewagê û walîtiyê jî tenê lîsteya sala 2014'an şandiye.    * Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ku rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e û wiha bang kir: “Ji bo ku di şert û mercên baş de werin dermankirin divê bên berdan.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 390'emîn de berdewam bike.    * Jinên Ciwanên Azad (OGK) dê konferansa xwe ya 4'emîn li navçeya Fatîha Stenbolê li dar bixe. (11.00)   * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê hefteya 888'emîn de li aqûbeta windan pirs bikin û daxwaza girtina kujeran bikin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 520'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)    * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê hefteya 395'emîn de li ber ÎHD'a Enqereyê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Wanê dabûn destpêkirin dê di roja 107'emîn de dewam bike. (14.00-16.00)