‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’ 2022-04-02 10:16:47 STENBOL - Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku jidayikbûna Ocalan jidayikbûna kurdbûna demokratîk a xwedî îradeya azad e û got: “Jidayikbûna wî jidayikbûna yekîtiya netewbûna demokratîk e û jidaybikbûna pergala modernîteya demokratîk e.”    Roja 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Gelê kurd û dostên wan dê di 4’ê Nîsanê de carek din daxwaziya azadiya Ocalan bikin. Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî têkildarî rojbûna miwekîlê xwe ji ajansa me re axivî.    ‘DI SERDEMEK KU KURD DIHATIN TUNEKIRIN DE HAT DINÊ’    Emekçî bi bîr xist ku miwekîlê wan Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve, di salên ku bi hemû giraniya xwe kurd dihatin înkarkirin hatiye dinyayê û wiha got: “Di koletiyê de jî înkara ziman û nasnameyê tune bû, lê ew kurdekî ku ziman û nasnameya wî ji nedîtî ve hat, ji koletiyê xerabtir û nikarîbû doza zimanê xwe jî bike, hat dinyayê. Di dibistana seretayî ya ku wî dixwend de, heta ku bi zimanê dayika xwe perwerde bikira qedexe bû. Ji ber vê yekê birêz Ocalan di dersa kompozîsyona xwe ya ewil de bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Tu zarokê min ê jidayiknebûyî yî’ li dijî pergala înkarê serî hilda û got ku hê zarokê xeyalên wî nehatiye dinyayê. Wateya kurdbûna xwe bi gotina ‘Bi rastî ez nehatime dinê, nejiyam heke hatim dinyayê, ez ji bo azadiyê bibînim divê bijîm’. Kurdbûn çênebûya; ji ber ku înkarkirina hebûn, nasname û nirxên wê yên rêzê û qebûlkirina tirkbûnê tê wateya nebûna xwe, ku bi rastî jî çênebûye. Dîsa ji bo jiyaneke ku mafê jiyana azad bi nasname, ziman û çanda xwe hatibe destxistin, nayê gotin. Xwebûn, zayîn û jiyaneke watedar encax bi destpêkirina têkoşîna azadiyê ya li hemberî kesên hebûn û nasnameya wan ji nedîtî ve tê. Ji bo vê jî ji bilî têkoşîna azadiyê tu çareya wî nemabû. Lê ev hilbijartin zehmet bû, xeter bû, bedel dixwest.”    JIDAYIKBÛNA AZADIYÊ    Emekçî anî ziman ku rêbertiya kurdan wek “sûc” tê dîtin û got: “Daxwaza jiyana azad a bi nasname, çand û zimanê zikmakî re hê beriya ku ji dayik bibe weke sûcekî "eşqiyatiyê” dihat dîtin. Piştî jidayikbûnê xwe weke "dabeşkar-cihêkar” hat dîtin û îro jî wek "terorîzm" tê dîtin. Ji ber vê yekê ji bo bidestxistina nasname, çand, ziman, maf û azadiyên xwe yên takekesî û kolektîf weke kurdekî bi her cure zext, îşkence, sûc, dadgehkirin, cezakirin û zindana pergala yekperest re rûbirû ma. Lê her kurdekî xwedî rûmet, tenê bi têkoşîna ‘parastina hebûna xwe’ û ‘azadiya xwe’ li hemberî kesên ku van hemûyan li ber çavan digirin, nasname, çand, mafên wî yên takekesî û kolektîf înkar dikin, dikaribû jidayikbûna xwe watedar bike.”    ‘JIDYAIKBÛNA RÊBERTIYA GELÊ KURD E’    Emekçî destnîşan kir ku jidayikbûna Ocalan ronîbûna gelê kurd bû û wiha domand: “Jidayikbûna wî dinyayeke ku li ser înkarkirina hebûna wî hatiye avakirin, di rastiyê de bi nebûyînê re wekhev bû. Beriya ku ji dayik bûbûya, bi bijartina xwe ya ji bo nasname, rûmet û têkoşîna azadiyê ya li dijî cîhaneke ku berê çarenûsa wî weke ‘Dest ji kurdayetiya xwe berde û bibe tirk’ hatibû diyarkirin, wê zayîna xwe her gav watedartir bikira. Bi vê yekê re hem ji fermana înkarê paşde diçû, hem jî ji bo xwe û gelê xwe qadên azadiyê gav bi gav ava kir. Ew ê her sala jiyana xwe bibe sala jidayikbûna xwe ya watedartir, hem jî bibe sala jidayikbûnên din ên watedar. Di dirêjahiya pênc hezar salên dîroka nivîskî de, kurd her tim di pozîsyona ‘birêser’ de hatine ragirtin ku serdestên biyanî an çînên serdest ên hevkarên wan li ser her cure lîstikan dilîzin. Jidayikbûna birêz Ocalan re, di heman demê de bû zayîna Rêbertiya Gelê Kurd ku di dîrokê de cara yekem statûya “kirde’ bi dest bixista. Di dîrokê de yekem car gelê kurd bi wî re bû xwedî rêbertiyeke siyasî, xeta azadiyê û paradîgmayeke ku xizmeta îrade û berjewendiyên xwe dike.”    ‘JIDAYIKBÛNA DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN E’    Emekçî bal kişand ser bandora Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û wiha got: “Ji bo gelên Rojhilata Navîn bû jidayikbûna Ronesansa Rojhilata Navîn (Rojbûn) û Yekîtiya Demokratîk a Rojhilata Navîn. Ev bû jidayikbûna Selahedînê Eyûbî ya hemdem a li dijî xaçparêzên nû yên Modernîteya Kapîtalîst ber bi Rojhilata Navîn ve. Ew jidayikbûna tevgera Îbrahîmî ya nûjen li dijî Nimrûd û fîrewnên wî yên nûjen bû, nûnerê niha yê fermanên xulam-xwedî yên Sumerî û Misrê. Jidayikbûna kurdên ku ji koletiyê jî xerabtir bûn, wek Spartakûsbûna Nûjen bû. Jidayikbûna Îsayê hemdem bû, yê ku bi tenê jî, li ser neheqî û bêwijdaniyê meşiya û ji bo wê wî birin çarmixê. Jidayikbûna Prometheusê hemdem bû, yê ku agir ji destên xwedayan dizî û ronîkirina mirovan anî. Beriya her tiştî vejîna jinê weke yekemîn zayenda bindest bû, zayîna jina azad bû. Bû jidayikbûna kurdbûna demokratîk a bi vîna azad. Bû jidayikbûna paşxistina komara înkarê û bû jidayikbûna komara demokratîk. Bû jidayikbûna yekîtiya demokratîk a gelan li ser bingehên azad, wekhev, dildar. Ev bû jidayikbûna xwerêveberiya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk, yekîtiya neteweyên demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê, jidayikbûna wî li dijî Modernîteya Kapîtalîst pergala Modernîteya Demokratîk e.”    ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’    Emekçî bal kişand ser azadiya Ocalan û got: “Belê di Newroza îsal de bi milyonan kesî li qadan, azadiya birêz Ocalan qîr kir. Xelkê got ‘em azadiya Ocalan dixwazin’. Carek din hat destnîşankirin ku azadiya wî azadiya gel û civakê ye. Dem dema azadiya wî ye. Wê azadî bi ser bikeve.”    MA / Ferhat Çelîk