PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir 2022-04-02 14:38:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda PENa Kurd êrişa li dijî helbestvan Fermad Merdê û du hevalên wî pêk hat şermezar kir û diyar kir ku dê êrişên tunehesibandina kurdan bi ser nekevin.    Komîteya Birêveber a Navenda PENa Kurd têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a Tirkiyê ya duh li navçeya Tirbespiyê ya rojavayê Kurdistanê li dijî wesayîta ku helbestvan Fermad Merdê têde bû pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand û êriş şermezar kir.    Daxuyaniya PENa Kurd a bi sernavê “Em êrişên dewleta tirk şermezar dikin” wiha ye:   “Bi berdewamiya êrişên ne rewa û dagirkeriya Dewleta Tirkiyeyê di navxwe û derve de, bi taybet êrişên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, ku bi dehan car tê de kesên sivîl bûne qurbanî; armanc, qirkirin û neqebûlkirina nasname, hebûn û statûya Kurdan e û ji her awayên êrişên hovane dest ranagire.  Pêla girtin û givaşa li ser nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran ên li Tirkiyeyê jî, tabloya nebûna azadiya raderbirînê bi ronî radixe ber çavan.     ÊRIŞ BI ZANEBÛN TÊN KIRIN   Doh, 1'ê Nîsanê, di encama êrişa hewayî ya li nêzî Tirbespiyê ya li Rojava de kesek sivîl hate kuştin û du kes jî birîndar bûn ku yek ji wan helbestvanê navdar ê kurd Ferhad Merdê ye. Li gor agahiyan, rewşa tenduristiya Ferhad Merdê niha baş e.   Ferhad Merdê rêheval, hevkar û yek ji kedkarên wêjeya kurdî ye û em di vê baweriyê de ne ku hedefgirtina wî ne tesaduf, belkî bi zanebûn bûye.    ÊRIŞ DÊ BI SER NEKEVIN   Em weke Navenda PENa Kurd, van êrişan û êrişa li ser rêheval û hevkarê xwe bi tundî şermezar dikin û radigihînin ku siyaseta tunehesibandin û êrişên bi armanca tunekirina kurdan bi ser nakeve û em ji civata navneteweyî û aliyên peywendîdar dixwazin ku rê li ber van êrişên hovane bigirin.”