Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin 2022-04-02 15:01:55   AMED - Li Hezroyê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.    Li gundê Heyderîka bi ser navçeya Hezroya Amedê ve polîsan serê sibê avêt ser malan. Serdegirtin saet di 04.00’an de pêk hat. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û pişt re Kamûran Ceylan, Huseyîn Aslan û Suleyman Dolan kirin binçavan. Hêceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û wan birin Midûriyeta Polîsan a Hezroyê.