Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da 2022-04-02 18:15:53       NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan jiyana xwe ji dest da.    Şaredarê Adalar a Stenbolê Erdem Gul ragihand ku nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan jiyana xwe ji dest daye. Gul got: "Ji ermeniyên Amedê. Ê dewlemendiya vê xakê bi zimanê herî xweş ê wêjeya me vegot. Nivîskarê berhema nuwaze 'Soyle Mrgos Nerelisin'. Buyukadayî. Migirdîç Margosyan jiyana xwe ji dest da. Em pir xemgîn in."   Dê di 7'ê Nîsanê saet di 14.00'an de ji bo Margosyan li Dêra Patrîkxaneyê ya Kûmkapiyê merasîmek bê lidarxist û paşê li Goristana Ermeniyan a Şîşliyê bê veşartin.