ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN 2022-04-03 09:00:03   * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku hevdîtinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re wê bi xwe re şereke navxweyî bîne û got: "Ev hevkariyeke ne rewa ye. Wê ev yek bibe sedema têkçûyina deskeftiyên gelê kurd."   *  Li navçeya Qilabanê heta niha 6 bendav hatine çêkirin. Tê îdiakirin ku li herêma bi navê Heftboriyan dê bendavek nû bê çêkirin, şêniyên navçeyê bertek nîşanî çêkirina bendavan dan û gotin bendav çavkaniyên avê zuwa kirine û dibe sedema krîza avê.   * Ji ber parvekirinên li ser hesabên medyaya sanal ên derbarê Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de, derbarê muzîkjen Erdal Bayrakoglû de doz hat vekirin.   * Selahattîn Ozer ku bêyî haya wî jê hebe endamtiya wî ya ji bo AKP'ê hatiye çêkirin, got dê gilî bike.   *  Di ser mirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş re 12 sal derbas bûn, lê hê jî kiryar nehatine girtin. Dayik Hatûn Alataş got: "Dewlet kurê min kuşt. Gef li Metîn hatin xwarin, hat îşkencekirin, lê paş de gav neavêt."    * Koordînatora Parêzvaniyê ya CÎSST'ê Berîvan Korkût, diyar kir ku girtîgehên Tîpa S'yê yên ku di du salên dawî de dest bi çêkirina wan hatiye kirin, ji bo girtiyan qadên tecrîdê yên nû ne û got, awayê zêdekirina kapasîteya girtîgehên Tîpa F'yê ne.    * Mehmet Ocalan, bi boneya 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, behsa hin bîranên xwe yên bi birayê xwe re kirine û got: "Armancek wî hebû û ji bo xwe bigihê wê armancê hewl dida." A rast li xwe digeriya."   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku divê jin û ciwan jiyaneke azad biafirînin û wiha didomîne: “Azadiya min girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya kurdan e.”    * Aktîvîsta TJA’yê Şukran Şen bang li tevahiya gelê kurd kir ku di 4’ê Nîsanê de biçe Amarayê û ev tişt anî ziman: “Wê rojê, di dîrokê de weke roja guherîna qedera gelê kurd cih girt. Ji bo mezinkirina têkoşînê werin em li Amarayê bên ba hev.”    * Selahattîn Ozer ku bêyî agahiya wî kirina endamê AKP’ê bertek nîşan da û da zanîn ku dê gilî bike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 391’an de berdewam dike.    * Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re 4’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. (10.00) (ZINDÎ)   * Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê dê li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya çandina şitlan li dar bixe. (13.30)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê li dijî qeyrana aborî û xizaniyê dê li Qada Gundogduyê mitîngê li dar bixe. (14.00)