Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê 2022-04-03 09:08:02   MÊRDÎN - Selahattîn Ozer ku bêyî haya wî jê hebe endamtiya wî ya ji bo AKP'ê hatiye çêkirin, got dê gilî bike.    Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê Selahattîn Ozer ê 64 salî bêyî ku haya wî jê hebe endamtiya wî ya ji bo AKP'ê hatiye çêkirin. Ozer, di e-devletê de pê hesiyaye ku ji sala 2020'î ve endamê AKP'a Artûklûyê ye. Ozer ku ji sala 1995'an ve di nav partiyên siyasî yên kurd de dixebite, piştî pê dihese ew kirine endam, endamtiya hatiye çêkirin jê dibe.    Ozer ê ji gundê Dengiza yê Stewrê ye got: "Ez di sala 1994'an de hatim girtin. 39 rojan hatim îşkencekirin. Kurê min li e-devletê mêze kir, got tu endamê AKP'ê yî. Me dikujin, talan dikin, gundên me dişewitînin û bi ser de jî me dikin endam. ŞErm e. Gava di ber AKP'ê re derbas dibim çavên xwe digirim, lê wer xuya ye fedî nakin."    Ozer, destnîşan kir ku dê giliyê kesên ku ew kirin endamê AKP'ê bike û got: "Ji ber ku eks nabe endamên wan, serî li sixtekariyê didin."    MA / Ahmet Kanbal