Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e 2022-04-03 15:11:29   MELETÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’a Meletiyê de axivî û wiha got: “Rêya çareseriyê ya aştî û demokrasiyê vî welatî, Rêya 3’yemîn e. Ne tenê desthilatdariyê lê em neçar in ku vê pergalê jî biguherînin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê, 4’emîn Kongreya Xwe ya Awarte li eywaneke dawetan a bajêr li dar dixe. Di ketina eywanê de pankarta “Dem dema serkeftinê ye” hatibû hilayîstin. Li eywana ku bi bi alayên HDP’ê hatibû xemilandin her wiha pankartên “Denîz Poyraz nemir e”, “Dê jin cîhanê azad bikin” û “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” hatibûn daliqandin. Di heman demê de wêneyên girtiyan nexweş Aysel Tugluk û Denîz Poyraz jî li rex hev li eywanê hatibûn daliqandin. Bi saetan beriya destpêkirina kongreyê, bi sedan kes ketin eywanê. Beşdaran cil û bergên kurdî li xwe kiribûn û bi alên HDP’ê xelekên govendê gerandin.    Di kongreyê de ji ewil dîwan hat hilbijartin û piştre jî rapora xebatan hate xwendin. Di destpêka kongreyê de Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya anî ziman ku dê dev ji têkoşîna xwe ya li hemberî nelirêtî, kedxwarî, qirkirina jinan û necezakirinê ya desthilatdariyê bernedin.    MIGIRDÎÇ BI BÎR ANΠ   Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de axivî. Sancar, ji ewil nivîskarê ermen Migirdîç Margosyan ku duh wefat kiribû bi bîr anî û wiha got: “Rêya dermankirina birînan bi heqîqet û edaletê dibe. Mixabin ku me yek ji berdevkên herî girîng ên heqîqet û edaletê duh winda kir. Me kekê xwe Migirdîç Margosyan duh oxir kir. Hafizeya qirkirina 1915’an bû. Berdevkê êşê bû lê tu carî ev êşa xwe ne veguherande kîn û nefretê. Berevajî vê, ji bo başkirina van birînan li rêyên aştiyê geriya. Ez di hizûra we de vî zanayê hêja bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjim ku ruhê wî şad be.”    ARMANCA MEZIN: AŞTÎ   Di berdewamê de Sancar anî ziman ku armanca wan a sereke aştî ye û wiha domand: “Em baş pê dizanin ku aştî, bi hemwelatiya wekhev pêkan e. Heke qala aştiyeke mezin were kirin, ev aştî bi azadiya gel û baweriyan, bi edalet û mafê kedê, bi tunekirina dijminatiya li dijî jinê, bi jiyaneke ku ciwan bi hêvî li pêşerojê dinihêrin pêkan e. Lewma me aştiya mezin, weke armanceke mezin danî pêşiya xwe. Di vê rêyê de kongreya Meletiyê dê bibe xwedî cihekî taybet.”    BAL KIŞAND SER RÊYA 3’YEMÎN   Sancar, bal kişand ser polîtîkaya şer û dijminatiyê ya desthilatdariyê diyar kir ku desthilatdarî li dijî gel, cudahî û baweriyan şer daye destpêkirin û wiha domand: “Li dijî xweza, ked, jin û ciwanan şer daye destpêkirin. Heke bi rastî jî em ji bo guherandina desthilatdariyê jidil bin, divê ji ewil em li dijî hemû polîtîkayên şer derkevin. Heke me polîtîkaya şer têk bir, wê demê em ê vê desthilatdariyê jî têk bibin. Lê ev bes nake. Em neçar in ku çavkaniyên vê zîhniyeta şer a li dijî gelan, baweriyan, xakê û kedê xwedî dike jî tune bikin. Anku em neçarin ku vê pergalê biguherînin. Erê rast e em ê vê desthilatdariyê têk bibin lê em naxwazin desthilatdariyeke xwedî heman zîhniyetê li şûna wê bi cih bibe. Lewma me li ser bingeha demokrasiyeke xurt, aştiyeke mayînde û hemwelatîtiya wekhev Rêya 3’yemîn pêş xist û mezin dikin. Ev rê dê bi xwe re aştî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Dê pergaleke wisa ava bike ku heq û hiqûqa hemû bindestan, yên keda wan tê xwarin û li derveyî civakê hatine hiştin teslîmî wan bike. Lewma em di Rêya 3’yemîn de bibiryar in. Newroz, nîşaneya herî berbiçave bê ka Rêya 3’yemîn çiqas bihêz bi pêş ketiye. Di Newrozê de ji desthilatdariyê re gotin ku hûn bi polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd, bi polîtîkaya zilmê ya li girtîgehan û tecrîdê nikarin encamekî bi dest bixin.”    PEYAMA MILYONAN    Bi domdarî Sancar gotina Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku digot; “Kurd ji HDP’ê hez nakin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “A rast hewce nake mirov navê wan jî li vir bîne. Li qadên Newrozê bersiveke wisa xurt hate dayîn ku dinya alemê dît bê ka kurd ji kê hez dikin. Dinya alemê dît ku em aştî, edalet û azadiyê dixwazin. Xelkê got ku hûn çi dikin bikin, çiqas êriş dikin bikin lê em ê li vir bin.”    NIFTEYA AŞTIYA MEZIN    Mîthat Sancar, daxuyand ku HDP gel e û wiha got: “Tevî hemû zext û kompasan jî bi baweriyeke mezin û bi israr rêya xwe didomîne. Bi Tifaqa Demokrasiyê re jî xwe digihîne girseyên mezintir. Di vê rêyê de gavên serkeftî tên avêtin û geşedanên girîng çêdibin. Peyama Newrozê ne tenê ji bo desthilatdariyê lê ji bo partiyên muxalîf jî bû. Bi vekirî gotin; ‘heke hûn guherînê bixwazin wê demê bi wêrek tevbigerin.’ Ev welat, bi aştiyê dikare were guhertin. Nifteya aştiya mezin, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e.”    ‘EM Ê GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN’   Sancar, anî ziman ku dem dema mezinkirina Rêya 3’yemîn e û wiha derbirî: “Ji ewilî divê em ji xwe bawer bin. Divê em israra xwe ya di vê rêyê de hîn mezintir bikin. Wê demê dê bibînin ku serkeftin teqez ê ya me be. Dê bedelên me dayîn vala neçin û rêhevalên me yên li girtîgehan dîl hatine girtin jî werin berdan. Êdî nêz e ku em li vir bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”   ‘DI ŞEXSÊ KURKUT DE CIWAN HEDEF HATIN GIRTIN’   Di berdewamê de Sancar bal kişand ser girîngiya Newrozê û ev tişt anî ziman: “Divê peyamên di Newrozê de hatine dayîn baş bên nirxandin. Di serî de em, peyam dan hemû kesî. Berpirsyartiya HDP’ê zêdetir kir. Ji bo ku em hêjayî vîn, hêvî û israra gelê xwe bin, divê em bêhtir bixebitin. Me ev peyam girt. Her wiha em Kemal Kurkut, wî mirovê delal bi bîr tînin. Cînayeteke vekirî, darazeke bêedalet û pegaleke zalimane. Bi vê cînayetê ne tenê şexsê Kemal Kurt hedef hat girtin, her wiha xwestin vîn, coş û hêviya aştiyê ya ciwanan jî hedef bigirin. Dixwazin ciwanan bitirsînin. Biryara dadgehê jî bi heman mebestê hat dayîn. Lê di Newroz û kongreyê de em dibînin ku ciwan pêl bi pêl beşdar dibin. Ev ciwan dê pêşeroja xwe bi destên xwe ava bikin.”   HEDEF 3 PARLAMENTER IN   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe wiha qedand: “Dem dema HDP’ê ye. Divê xelkê Meletiyê dev ji armanca xwe ya 3 parlamenteran bernede. Em ê vê vîna xurt a yekitiya baweriyan a Meletiyê di hilbijartina pêş de veguhêzin Meclisê. Dem dema gavên nû ye. Ne polîtîkayên dizî, derewîn, tuneker û şer ên dewletê û ne jî sozên xapînok ên di bin navê guherînê de tên kirin. Dê her du jî nebin. Dem dema Rêya 3’yemîn e. Dema dema wê ye ku bi HDP’ê re tifaqeke demokrasiyê ya mezin bê avakirin. Guhertin dê bi vê re were. Em ber bi pêş ve, ber aştiya mezin, demokrasî, hemwelatiya wekhev û edaletê ve dimeşin. Em ê pergaleke wisa ava bikin ku hemû mexdûr û bindestên vî welatî di nava jiyaneke aştiyane û adilane de bijîn.”    Piştî axaftinan jî hilbijartin hatin kirin. Di encama hilbijartinê de Perîhan Yucekaya û Yûsûf Bozkuş weke hevserokên nû yên HDP’a Meletiyê hatin hilbijartin.