Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar 2022-04-03 15:55:33   ENQERE – Dema girtiya bi navê Mesûde Pehlîvan ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin dibirin nexweşxaneyê, ji ber ku tedawiya bikelemçe red kir, bijîşkê nexweşxaneyê gef lê xwar.    Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tên ragirtin, ji parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu re nameyek şandin û di nameyê de qala binpêkirinên li girtîgehê kirin. Li ser vê yekê Gergerlîoglu mijara behsa xeberê xist rojeva wezareta têkildar. Di heman demê de ji bo binpêkirinên li girtîgehan jî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê serlêdan kir.    FATÛREYÊN HEYÎ GIRANTIR BÛN   Girtiyan di nameya xwe de destnîşan kir ku xwarinên wan nexweş û tenê cureyek tê dayîn. Girtiya bi navê Mîhrîban Cah, diyar kir ku fatûreyên ceryanê zêde tên û tevî ku tenê kettle û televîzyonê dixebitînin, di meha kanûnê de 214,50 TL û di meha çileyê de jî 546 TL heqê fatûreyê hatiye.    Girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan jî binpêkirinên di dema birina nexweşiyê de li dijî wê hatine kirin vegot. Pehlîvan, da zanîn ku ev 6 sal in bi nexweşiya penceşêrê ketiye û ev agahî dan: “Her wiha gelek nexweşiyên din jî li min peyda bûne. Ev demeke nexweşiya tansiyonê û ya tîroîdê jî li min peyda bûne. Piştî ku min xwe ji nexweşiya penceşêrê xelas kirî, ketim girtîgehê. Lê cara dawî min fîlmê PET’ê kişand û bijîşk got ku ‘dibe ku ser mîdeyê de tumoreke nû yan jî ulser hebe.’ Penceşêra mîde ku min bi salan kontrol dikir, dîsa kete nava bizavê.”    TEDAWIYA BIKELEMÇE FERZ KIRIN    Di berdewamê de Pehlîvan destnîşan kir ku ji ber nexweşiya mîde divê bi mehan berê endoskopî bihata kişandin lê hêj jî nehatiya kişandin û wiha domand: “Ez diçim nexweşxaneyê, leşkerê li odeya bijîşk dibêje; ‘heke bijîşk bibêje kelemçeyê veke, ez dikarim vekim lê heke nexwaze ez venakim.’ Ekseriyet bijîşk û leşker mîna hev difikirin û tedawiya bikelemçe li me ferz dikin. Ez jî vê red dikim lewma bêyî ku bêm dermankirin dîsa vedigerînin girtîgehê. Mafên nexweşan binpê dikin.”    BIJÎŞK GEF LI GIRTÎ XWAR   Pehlîvan herî dawî bal kişand ser axaftina di navbera wê û bijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîhê û wiha got: “Hêj min negotibû ‘gelo hûn dikarin kelemçeyên min vekin’ ku bijîşk li min qîriya û got; ‘Tu ne axive, yê ku bijîşk ez im û ez ê biaxivim.’ Min bi israr jê xweste ku kelemçeyên min veke lê ji min re got; ‘Tu diayan bike ku tenê kelemçe hene. Lê ma hêj çi hene çi nînin. Gelo ma haya te ji van tiştan nîne?’ Bi vî awayî raste rast gef li min xwar. Dema ez dîsa derheqê kelemçeyê de axivîm, vêcarê ji min re got; ‘Dema kesek wiha her tim qala kelemçeyê dike, wan dişînin cem psîkiyatrîstan. Heke pêdiviya te pê hebe ez dikarim te bişînim.’ Li ser vê yekê min jê re got; ‘Bijîşkek nikare heqaretê li nexweşê xwe bike.’ Wî ji min re got; ‘Ez tişta heyî dibêjim.’ Bjîişka jin ku pispora anesteziyê bû bi israr navê min pirsî. Li ser vê yekê min jê re got; ‘kelemçeya min nehatiye vekirin.’ Bi vê gotina min re ferman da leşkeran û got; ‘Vê ji vir derxînin.’ Leşkeran hewl dan min bi darê zorê ji wir derxînin. Lê min bertek nîşan da û got; ‘Ez bi xwe dê ji vir derkevim.’ Heke bijîşka ku di dema endoskopiyê de dê min bimrîne ev be, divê bê zanîn ku jiyana min di xetereyê de ye. Daxwaza min ew e ku hûn bijîşkê ku di 2’yê adara 2022’yan de ez tedawî kirim lêkolîn bikin.”