Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin 2022-04-03 16:24:32   WAN - Hevserokê DBP’a Tûşbayê Delîl Aksoy îro çû serdana çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê daye destpêkirin. Aksoy, diyar kir ku meha Remezanê sembola aştî û edaletê ye û bang li hikûmetê kir ku daxwazên malbatan qebûl bike.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 108’an de berdewam kir. Çalakiya îro ji hêla dayika girtiyê nexweş Rojhat Aydin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin Hame Aydin ve hate domandin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Tûşba ya Wanê îro çû serdana çalakiyê.    ‘BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN’   Di serdanê de Hevserokê DBP’a Tûşbayê Delîl Aksoy diyar kir ku meha Remezanê, sembola edalet û wekheviyê ye û wiha domand: “Di vê mehê de yek ji mijarên herî zêde qala wê tê kirin jî aştî ye. Em jî hêvî dikin ku ev meha nirxdar bibe wesîleya aştî û biratiyê. Lê mixabin ji ber daraza ku li gorî daxwaza siyasiyan tevdigere, em ji van mijaran dûr ketine. Daxwazên malbatan nayên qebûlkirin û tên paşguhkirin. Hêvîdarim ev meha Remezanê bibe meha kesên têkoşîna edalet û azadiyê didin. Daxwaza me ew e ku hikûmet di zûtirin demê de daxwazên malbatan qebûl bike.”