Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin 2022-04-03 18:33:19   AMED - Hilweşandina Palas Otela Turîstîk a tomarkirî ku wextê Ronakbirê Kurd Mûsa Anter ê hatibû kuştin midurtiya wê kiribû, dest pê kir.      Lijneya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê, di 29'ê adarê de biryar dabû ku Palas Otela Turîstîk a tomarkirî ya li navçeya Yenîşehîrê ya li ser Kolana Xarpêtê bê hilweşandin. Di biryarê de hatibû angaştkirin ku di sûtin û kêranên otelê de hilweşandin pêk hatine û hat xwestin ku piştî ewlehiya wê bê girtin otel bê hilweşandin. Piştî vê biryarê îro hilweşandina otela tomarkirî bi kemçeyê dest pê kir.    MÛSA ANTER MIDURTIYA OTELÊ KIRIBÛ   Otela navborî di sala 1953'yan de xwedê wê Şeyhmûs Paketçî bi avahîsazê ermenî Harutyun Sarafyan dabû çêkirin. Avahî yek jî mînaka girîng û destpêkê ya avahisaziya modorn a li Amedê bû. Ronakbirê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû kuştin, ji bo demeke kurt midurtiya otelê kiribû. Her wiha otel ji yek cihên ku li Amedê herî zêde siyasetmedar lê bi cih dibûn bû.