Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû 2022-04-03 20:41:07   RIHA - Di roja duyemîn a Remezanê de sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê bi tevlîbûna serokê DEVA'yê Bajar û endam û rêveberên navçeyên Rihayê fireh bû.         Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14'ê hezîrana  2018'an de hat kuştin û kurê wê Ferît Şenşayar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 391'emîn de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar duh li ber edliyeyê fitara xwe vekiribûn. Ji ber ku dawiya heftê ye malbatê îro nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand û di roja duyemîn a Remezanê de jî ji bo vekirina fitara xwe hat ber edliyeya Rihayê. Serokê DEVA'yê yê Bajar û serokên navçeyan ên Rihayê jî hatin ber edliyeyê û bi malbata Şenyaşar re fitara xwe vekirin.    Serokê DEVA'yê yê Bajar ê Rihayê Ahmet Tuysuz, beriya ezanê axaftineke kurt kir û got ew bi armanca piştevaniyê hatine serdana malbata Şenyaşar û ev tişt got: "Di lêgerîna edaletê em bi hev re fitara xwe vedikin. Me hêviya xwe ji hiqûqa beşerî biriye lê em bawer dikin ku mêzîna Xwedê bi qasî serê derziyê şaş nabe. Qet gumana me nîne ku wê ev edalet cihê xwe bibîne. Me ji lepirsînê hêviya xwe birî û ji bo edaleta Xwedê jî diayan dikin. Ji bo ku em piştevaniya malbata Şenyaşar bikin û careke din balê bikişînin ser nobeta wan bi hevalên xwe re em li vir fitara xwe vedikin. Em bang li herkesê ku dixwazin di nav vê piştevaniyê de bin û naxwazin li dijî vê bêwijdaniyê bêdeng bimînin haya wan ji vir hebe."   Piştre bi xwendina azanê re malbat û mêvanên xwe bi daxwaza "edalet cihê xwe bibîne" fitara xwe vekirin.