Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn 2022-04-03 22:28:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo teqînek pêk pêk hat û di teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.   Li taxa Qidorbegê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saet derdora 18.00'an de bombeyek teqiya. Di encama teqînê de 3 welatî birîndar bûn û wan rakirina nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê welatiyê bi navê Mistefa Mecol Derwîş jiyana xwe ji dest da û tedawiya birîndarên bi navê Elî Ehmed û Bîlal Derwîş li nexweşxaneyê didome.    Nayê zanîn ku bombe çawa teqiyaye û Hêzên Ewlehiya Hundirîn çûn cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.