Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin 2022-04-04 09:03:40 STENBOL - Malbatên girtiyan ên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin bertek nîşanî astengkirina nobeta wan a bi qedexeya çalakiyan a Qaymeqamtiya Kagitxaneyê dan û gotin ku wê guh nedin astengkirinan û wê nobeta xwe bidomînin.  Li girtîgegehên li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, zext, tundî û neheqiyên li ser girtiyan berdewam dikin. Mafên girtiyan tên desteserkirin û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Rexmî rewşa xwe ya giran jî girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Her wiha girtiyên ku cezayê wan qediyane û nayên berdan jî li benda berdana xwe ne. Li dijî vê rewşa li girtîgehan malbatên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê di nobetên edaletê de ne. Nobeta Edaletê ya li Stenbolê her hefte roja pênçşemê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê tê girtin. Lê hefteya borî nobet bi hinceta qedexeya çalakiyan a ji bo 15 rojan a Qaymeqamtiya Kagithaneyê ve hat astengkirin.    Malbatên girtiyan ku nobet digirin, bertek nîşanî vê astengkirinê dan û banga xwedîderketina li xwe kirin.    'EM NATIRSIN'   Dayika girtî Yakûp Akman ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin Fincê Akman, da zanîn ku qedexe û astengî tenê ji bo dayikên ku di Nobeta Edaletê de ne ev tişt got: Sedema binçavkirinan jî çavtirsandina dayikan bû. Bi vê yekê dixwazin çalakî neyê lidarxistin. Em ji astengî, binçavkirin û qedexeyan natirsin. Em ê Hefteya bê jî çalakiyê xwe bidomînin. Dibejin, ' ev der qedexeye neyên vê derê'. Heta em armanca xwe pêk neynin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin û qedexeyan nas nekin."   'DIBÊJIN DENGÊ XWE NEKIN'   Akman, destnîşan kir ku ew bi nobetê mafê jiyanê yê zarokên xwe diparêzin û ev tişt anî ziman: "Dewlet dibêje, 'li zarokên xwe xwedî dernekevin. Eger mirin jî bila bimrin, em çi bînin serê wan jî divê hûn dengê xwe nekin'. Hewceye li dijî van gotinan hê zêdetir li zarokên xwe xwedî derkevin. Em bi çavê xwe dibînin ku ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derdikevin. Ji bo ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin em vê çalakiyê pêk tînin. Bila malbatên girtiyan netirsin. Em jî natirsin ger ku em serê xwe bitewînin wê bêtir bi ser me de werin. Bila hemû kesên xwedî wijdan roja pencşemê werin ber deriyê Çaglayanê li nobeta me xwedî derkevin û piştgirî bidin me."   ‘KES NIKARE PÊŞIYA ME BIGIRE’   Xwişka girtî Selîm Çîftçî Cemîle Çîftçî jî astengkirina nobeta wan û binçavkirina wan bi bîr xist û got ku çiqas qedexe hebe jî wê nobeta xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: "Ew çiqas bibêjin, 'qedexe ye û neyên vê derê jî' em ê biçin û çalakiya xwe bikin. Em nikarin tenê deqeyek jî bisekinîn. Zarok, bav, bira û xizmên me di girtîgehan de nexweş û li ber mirinê ne. Em neçar in biçin li wan xwedî derkevin. Ew çekê jî bidin singa min, ez ê netirsim. Heya ku halê min xweş be ew min bikin gorê jî ez ê dev ji vê dozê bernedim. Divê tu kes dev ji vê dozê bernede. Em nasekinin û kes nikare pêşiya me bigire. Ez tenê jî bimînim ez ê vê çalakiyê bidomînim. Ez jî bo edaletê diçim nobetê. Dibejîn me, 'neyên li girtiya xwe xwedî derkevin'. Em êdî naxwazin ji girtîgehan de darbest derkevin."   WÊ MALBAT TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN   Çîftçî, di daviya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo pêşde birina têkoşîna malbatên girtiyan pêwistî bi yêkbûnê heye û ev tişt got: “Bila malbat, parêzer, parlementer û saziyên civakî hemû kes rabin ser piya. Bila têkoşîna me bilind bibe û hemû cihan çalakiya me bibîne. Heya çareserî neyê em ê bi van pêkanînan çalakiya xwe bidomînin."