Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire! 2022-04-04 09:03:43 RIHA - Xûça girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê girtî ye Gozel Serçe, ev bang kir: "Bazo nikare pêwistiyên xwe bibersivîne. Bêhn nade û nastîne. Heke bimire jî bila li mala xwe bimire. Bila demildest bê berdan." Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, li girtîgehên Rihayê 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) e. Yilmaz li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê girtî ye û bi nexweşiya Kronîk Obstruktîf a Kezebê (KOAH) ketiye û girêdayî cîhazê oksîjenê ye. Bi alîkariya hevalên xwe pêwistiyên xwe bibersivîne. Xûça Yilmaz Gozel Serçe, derbarê rewşa birayê xwe de axivî û xwest demildest birayê wê bê berdan.    'JI KUXIKÊ NIKARE BIAXIVE'   Serçe, da zanîn ku hefteya borî çûye hevdîtina birayê xwe û dîtiye rewşa wî giran bûye û wiha got: "Gelek jar bûbû. Timik dikuxiya. Zehmetî dikişand ku behn bide û bistîne. Piştî ku peyvek digot biçek bêhn digirt piştre diaxivî. Kezeba wî naxebite. Ne bijîjk ne jî tedawî tuneye. Tenê tûpê oksîjenê didinê. Niha di çi rewşê de em nizanin. Serî li ATK'ê da. Encam negirt. Rewşeke wiya li girtîgehê bimîne tuneye. Çavê wî di kûr de çûne, hestiyên wî tên dîtin. Em dixwazin demildest bê berdan."   DEMA TELEFON JÊ RE TÊ DITIRSIN!   Di berdewamê de Serçe, bi lêv kir ku her dema ku telefon jê re tê ditirse ku xebereke ne bi xêr bigire û ev tişt anîn ziman: "Sebra me nema. Dema ku telefon lê dide em difikirin ku behna wî hatiye birîn. Divê em wî bibin nexweşxane û bijîjkan. Em ê li mala xwe lê binêrin. Ma li girtîgehê ji nexweşiyê re çare heye? Na tuneye. Bila hemû girtiyên nexweş berdin. Beyî alîkariya hevalên xwe nikare avê jî vexwe. Şertê mayîna li girtîgehê ne baş in. Heke bimire jî bila li malê bimire. Dema tê hevdîtinê jî zehmetî dikişîne. Êdî rewşa wî ya li girtîgehê bimîne nemaye."   BAZO YILMAZ KÎ YE?   Bi angaşta ku endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e di 12'ê kanûna 2016'an de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Şaredariya Bajaroka Gogan kiriye û endamê Meclisa Şaredariya Xalfetî ye. Di sala 2018'an de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê hat birîn. Di sala 2021'an de serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da û jê re hat gotin, 'Dikare li girtîgehê bimîne' û serlêdana wî hat redkirin.    MA / Mujdat Can