Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin 2022-04-04 12:02:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Cendirme û polîsan îro li Colemêrgê bi ser gele malan de girtin. Di encama serdegirtinê de yek jê zarokê 3 salî bi giştî 6 kes hatin binçavkirin.    Cendirme û polîsan îro saet derdora 06.00’an de li Taxa Gazî ya Colemêrgê û gundê Xenanisê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina li navenda bajêr de Zana Îhtiyatoglu, Nûr Îhtiyatoglu û kurê wê yê sê salî Dara Îhtiyatoglu, li gundê Xenanisê jî Halîl Îhtiyatoglu hate binçavkirin. Di heman demê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navên Şîlan Dayan û Havva Sevî hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Welatiyên ku hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê tên ragirtin.