MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt 2022-04-04 12:35:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanek da û diyar kir ku bi saya ramanên Ocalan civaka êzdî rê li ber fermanan girtiye.    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi munasebeta 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanek nivîskî weşand. MXDŞ’ê da zanîn ku dê Şengala xweser û azad li ser fikrên Ocalan teqez were avakirin.   Daxuyaniya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:    “Di baweriya civaka êzdî de meha nîsanê meha herî pîroz û meha vejîna gerdûnê ye. Rojbûna Rêber Apo di 4’ê Nîsanê de ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Her çend ku me civaka êzdî xwe dereng gihandibe fikr û ramanên Rêber Apo jî, dikarin bibêjin ku me bi vî fikrî rê li ber fermanan girt.   Rojbûna Rêber Apo ji bo tevahiya civakên li Rojhilata Navîn girîng e. Civak, careke din bi fikr û felsefeya xwe rabûye ser pêyan, xwe nas kir û bûye xwedî îradeya mîsogerkirî. Em di serî de rojbûna Rêber Apo li tevahiya gelên bindest, li gelê azadîxwaz û wekhev, li gelê kurd, li tevahiya mirovahiyê û li civaka êzdî pîroz dikin.   FELSEFEYA OCALAN RUHÊ BERXWEDANÊ AVA KIR   Rêber Apo ji bo me civaka êzdî sembola berxwedan û hêviyê ye. Piştî 74 fermanan, bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo me çanda berxwedanê, li xwe xwedîderketinê û xwenaskirinê pêş xist. Ji ber ku hemû desthilatdaran û dijminên mirovahiyê civaka me bê rol û bê mîsyon hiştibûn. Wê bêhêvîtiyê ruhê berxwedanê di civaka me de kuştibû. Hemû hêviyên civakê tune kiribûn lê bi fikr û felsefeya Rêber Apo civaka êzdî dîsa doza xwe nas kir û bi wê çanda xwe li ser pêyan girt. Ji ber ku me li ser bingeha fikrên Rêberiyê çanda berxwedêriyê ava kir. Ji ber vê sedemê ye ku dewleta tirk û hevkarên wê ku dijminên mirovahiyê û azadiya gelan in, li dijî me her tim di nava hewldanên êrişê de ne. Dijminan; ji Mam Zekî heta Zerdeşt, Seîd û Merwan Bedel, bi dehan şagirtên Rêber Apo ku hemû hêza xwe ji bo Şengala xweser û azad xistibûn dewrê hedef girtin. Van pêşengên civakê xwe qaneh kiribûn ku ji bilî projeya Rêber Apo tu tiştekî din nikare birîna êzdiyan bikewîne.   JINÊN ÊZDÎ BER BI AZADIYÊ VE MEŞIYAN   Bi hezaran keç û jinên êzdî ketin destê çeteyan û bûn qurbaniyên pergala desthilatdar. Her wiha di hêla jinan de jî pêşketinên mezin çêbûn. Piştî hezaran salan ku jin dihatin pelçiqandin, bêîradekirin û êdî ji nasnameya xwe şerm dikirin; bi saya fikrên Rêber Apo jinên êzdî zincîra koletiyê qetandin, ber bi azadiya xwe û avakirina civakeke wekhev û demokratîk ve meşiyan. Xwedî li nasname û hebûna xwe derketin. Mebesta wan bû evîna jiyana azad.   ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ AZADIYA OCALAN E   Rêya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, girêdayî azadiya Rêbertiyê ye. Ji ber vê ye ku hêzên desthilatdar, di serîde jî dewleta tirk a dagirker Rêbertiyê xistiye tecrîdê. Ev tecrîd li ser tevahiya civaka azadîxwaz û mafdar tê meşandin. Îrade û girêdana gel û Rêber Apo weke goşt û neynûk e. Ev berxwedana tê raberkirin ku bi hezaran kesan ji bo têkbirina tecrîd û faşîzma heyî canê xwe dan ber mirinê, vê girêdana gel a bi Rêber Apo re nîşan dide. Ev hêz, bawerî û berxwedan ji rastiya Rêber Apo tê.   EM SOZA AVAKIRINA ÊZDÎXANA XWESER DIDIN   Ji bo vê jî em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi fikir û felsefeya neteweya demokratîk bûne xwedî proje û îrade. Di hemû aliyan de bûne xwedî biryar. Êdî em serî li ber kesekî natewînin û ber bi xweserî û mafên xwe yên rewa ve baz didin. Em wê sozê didin Rêber Apo û şehîdên Êzdîxana pîroz ku dê Êzdîxaneke xweser û azad ya li gorî daxwaza wan ava bikin. Û dê tê de bi serfirazî bijîn.    Hem Iraq û hem jî PDK û dewleta tirk gelek astengiyan datînin pêşiya me. Lewma banga me ji bo gelê me ew e ku li dora ramanên Rêber Apo kom bibin, xwedî li xeta Rêbertiyê derkevin û bi planên dijmin ku niha li ser Şengalê dimeşînin nexapin. Em dîsa 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên bindest û azadîxwaz, bi taybet jî li civaka xwe pîroz dikin.”