Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin 2022-04-04 13:40:15   RIHA - Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn, tevî hemû astengkirinan jî li mala ku lê ji dayik bû bi stranan hate pîrozkirin.    Welatiyên ku ji bo Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, li gîşeyên derketina otobana Bêrecûk û Xelfetiyê rojbûna Ocalan bi coş pîroz kirin. Kesên li Amaraya bi sedan esker û maşîneyên zirxî hate dorpêçkirin de kom bûn, li mala ku Ocalan lê ji dayik bû pîrozbahî li dar xistin.    AMARA DI BIN DORPÊÇÊ DE YE   Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, kesên ji bo 4’ê Nîsanê hatin gund pêşwazî kirin û pîrozbahiyên wan qebûl kirin. Omer Ocalan, li ber deriyê mala ku Ocalan jê dayikbûye axivî û wiha got: “Em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê ne. Derdora gund hatiye dorpêçkirin. Destûr nedan ku gelê me were Amarayê. Herkesê xwest bi me re were Amarayê. Gel bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Astengkirin heta ber deriyê me jî hat.”   ‘DIVÊ LI HER BAJARÎ WERE PÎROZKIRIN’   Ocalan, dest nîşan kir ku herkes dikare li mala xwe li bajarê xwe 4’ê Nîsanê pîroz bike û wiha berdewam kir: “Dibe ku carna bi milyonan carna jî bi 15 kesan em li vir bin. Derdora gund dorpêç dikin û nahêlin mevanên me werin. Em careke din dibêjin; Rojbûna birêz Ocalan a 73’yemîn pîroz be. Pirsgirêka kurd bi muhatabiya birêz Ocalan dikare were çareserkirin. Ya rast diyalog û hevdîtine. Heke diyalog pêk were, dê li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet pêk were.”   Piştî axaftinan hunermendan bi hev re strana “Ay Dîlberê” gotin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.