Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin 2022-04-04 14:43:51 MÊRDÎN - Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê Erdal Kuzu diyar kir ku serokê dadgehê yê berê ku li dozê dinêrî delîlan tune dike.     Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an de û 8’ê Adara 1996’an de, 3 jê zarok 7 welatî û Çawişê Pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derbarê bûyerê de, doz li 18 bersûcan hatibû vekirin. Danişîna 25’emîn dozê ya ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê tê nasîn, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat lidarxistin.     Di dozê de, Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendê ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî, di nav de 18 bersûc ji sûcê “kuştina bi zanebûn” tên darizandin.   Malbatên kesên hatin windakirin ji bajarên cuda hatin û bi parêzerê xwe Erdal Kûzû re di danişînê de amade bûn.     Ji bersûcan Hurşît Îmren û parêzerên hin bersûcan bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên hatine dadgehê dest pê kir. Hat diyarkirin ku hêj kesî xwe negihandiye Dozgerê Komarê yê Kerbaronê yê wê demê Adem Kul.    BÎRA KU HESTIYAN JÊ DERXIST BI BÎR XIST    Di danişînê de ewilî Kasim Aslan ê ku bavê wî Mehmet Emîn Alsan hat windakirin axivî û got: “Gelo êdî ji bo me jî wextê edaletê nehatiye? Em dixwazin kuejr bên cezakirin.”    Mehmet Coşkun ê birayê Abdurrahman Coşkun ku hat windakirin jî got: “27 sal berê bav û birayên me hatin windakirin. Em mexdûr in. Em tên vê dadgehê lê belê tu bersûc tune ne. Em dixwazin tavilê biryar bê dayîn û kujer bên cezakirin.”    Hiznî Dogan ê birayê Seyhan Dogan ku hat windakirin jî got: “Êdî em nizanin em ê bêjin çi. Bi salane em tên vê dadgehê. Em dîsa dipirsin çima ev kujer nayên girtin? Em dixwazin kujer bên girtin û cezakirin.”    'ÊDÎ EM NEFESÊ NAGIRIN’    Azîz Altunkaynak ê bavê Davutê 12 salî ku hat windakirin jî wiha got: “Me hestiyên zarokên xwe di bîran de dîtin. Min hestiyên lawê xwe ji bîrê derxist. Lê dadgehêj hêj ‘delîlan’ ji me dixwaze. Divê em hêj çiqas delîlan pêşkêş bikin? Cerdevan û çeteyên Mehmet Tîre jî dizanin. Davut zarokek 12 salî bû û wî ji nava nivînên wî derxistin birin. Dibin qereqolê îşkence lê dikin û dayika wî jî viya dibîne. Pişt re me tu agahî jê negirt. Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dozê ji Midyadê anîn Semsûrê. We kîjan bersûcî aniye Semsûrê. Hatina vir eziyetê li me dike. Em naxwazin kujer serbest bigerin. Divê bên girtin. Divê êdî dadgeh biryarê bide. 27 sal in em nefesê nagirin.”    XWEST ENCAM BIDE   Pişt re Ahmet Akyon ê kekê Nedîm Akyon ê hatibû windakirin jî diyar kir ku bersûcan danişînek jî neanîne û ew êdî dixwazin dadgeh bi encam bibe.    Pişt re parêzerê malbatan ango dozê Erdal Kuzu anî ziman ku ew dixwazin dadgeh bikeve pêvajoya biryarê û divê dadgeh di vê mijarê de daxuyanî bide.    Di vê navberê de serokê dadgehê daxuyanî da û 5 sal in divê li Dozgerê Kerboranê yê wê demê Adem Kul bê guhdarîkirin lê xwe negihandinê û ew ê derheqê Kul de bikevin pêvajoya biryar dayînê.    ‘DELÎL HATIN TUNEKIRIN'   Kuzu pişt re parastina xwe domand  û wiha got: “Em ê bi miwekîlên xwe re nirxandina vê yekê bikin. Baweriya bi darazê li Tirkiyê hatiye astek ku tê nîqaşkirin. Biryara guhdarîkirina Adem Kul di sala 2017’an de hatiye girtin. Lê 5 sal in nehatiye guhdarîkirin. Dema derbarê vî kesî de biryara guhdariyê hat girtin, derbarê wî de lêpirsîn jî hebû. Ev kes paşê hat girtin û hat berdan. Lê belê dadgehê li agahiya ku dikare di UYAP’ê de xwe bigihînê mêze nekir. Serokê dadgehê yê beriya niha delîl tune kirin. Kesê di darizandinê de dikare her tiştî bike, rabû delîl tune kirin.”    ‘DIVÊ MUTALA BÊ GUHERTIN’    Kuzu destnîşan kir ku dadgeh henekê xwe bi baweriya însanan a ji bo edaletê dike. Kuzu da zanîn ku di mutalayê de tê gotin ji ber ku di 1995’an de kamera nebûye biryara beraetê hatiye dayîn û got: “Di sala 1995’an de li ku kamera hebû? Bi vê yekê dixwazin henekên xwe bi me bikin. Di 1995’an de li kîjan saziya dewletê kamera hebû. Ev mutala li dijî aqil û hestên mirovan e û bi vê mutalayê henekê xwe bi me dikin. Divê ev mutala bê guhertin.”    MALBATAN BERTEK NÎŞAN DA    Pişt re bersûc Hurşît Îmren, Mahmut Yilmaz, Farûk Çatak û Haydar Topçam axivîn û diyar kirin ku ew mutalayê erê dikin û xwestin bên beraetkirin. Pişt re parêzerên bersûcan axivîn û xwestin bersûc bên beraetkirin.    Malbatan bertek nîşanî parêzer û bersûcan dan. Serokê dadgehê hişyariya ku nîqaş dernekeve da.    DOZ HAT TALOQKIRIN    Dadgehê biryara girtina bersûcan red kir û xwest biryara dewama tedbîra edlî ya li derketina derveyî welat a bersûcan da û danişînê taloqî 4’ê tîrmehê kir.