Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm 2022-04-05 09:03:55 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi milyon û 950 hezar TL'î Otogara Navçeyê ya Pasûrê çêkiribû. Ji bo veguhastina otogarê îhale hatibû çêkirin, lê kes xwe neda ber vê îhaleyê. Ji ber vê îhaleya otogara nû hat betalkirin.  Di dema qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li navçeya Pasûrê otogara navçeyê hatibû çêkirin. Ji ber zemîna otogarê bi erdê ve çûbû, otogar nehatibû bikaranîn. Îhaleya Otogarê di 4'ê Nîsana 20182an ve ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Cûmalî Atîlla û qeyûmê Pasûrê yê berê ku di çaçroveya lêpirsîna "FETO"yê de ji peywirê hat girtin hatibû çêkirin. Şîrketa Nûrfe Înşaat îhaleyê bi milyon û 950 hezar TL'yî girtibû. Piştî îhaleyê hatibû dayîn dest bi çêkirina otogarê hatibû kirin û di 11'ê Mijdara 2018'an de hatibû temamkirin. Otogar di meha Adarê ya 2019'an de bi maliyeteke 11 milyon û 500 hezar TL'yî hat vekirin.    Lê belê otogara ku hat vekirin, nehat xebitandin. Sedema vê yekê jî, bi îhaleya ji bo veguhastina otogarê hat fêmkirin. Bi îhaleya veguhastinê re derket holê ku ji ber ku etuda zemîna otogarê rast nehatiye kirin, erda otogarê dişemite û bi erdê ve diçe. Ji ber vê biryar hat girtin ku montaja otogarê ya bi milyon û 950 hezar TL'yî hatiye çêkirin veguhêzînin navçeya Farqînê. Ji bo vî karî jî îhaleyeke nêzî milyonek TL hat çêkirin. Îhale di meha Adarê de hat çêkirin, lê ji ber zêdebûna maliyetan tu fîrmayê xwe neda ber vê îhaleyê.    Ji ber ku tu fîrmayan xwe neda ber vê îhaleyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî îhale betal kir.    Îhale di 8'ê Sibatê de hatibû ragihandin û dê di 25'ê de bihata çêkirin.